Hikûmeta Sûrîyê û rêxistina Filîstînî Hamas bi awayekî vekirî vê hefteyê peywendîyên xwe vegerandin piştî deh salan ji dûrbûnê. Pispor dibêjin ewê bandorek vê gavê ser asta herêmî hebe.
Şandeke Filîstînî bi serkêşîya Hamasê roja Çarşemê ligel Serokê Sûrîyê Beşar el-Esad li Şamê kom bû. Hamasa ku Kerta Gezayê kontrol dike ji sala 2012'an ve peywendîyên xwe bi hikûmeta Sûrîyê re qut kiribû jiber tuntûjîya hikûmetê dijî xwepêşanderan di destpêka şerê Sûrîyê de.
Lihevhatina Hamasê bi hikûmeta Sûrîyê re, di vê demekê de tê ku çend welatên herêmî yan peywendîyên xwe bi Şamê re vegerandine, yan jî nîşan dane ku ew dixwazin dîyalogê bi rejîmê re bikin.
Hamas ji alîyê Amerîka ve wekî rêxistineke terorsît tê zanîn û ji mêjve wekî hevalbendeke nêzîk ya Îranê tê dîtin. Îran bixwe piştgireke hêzdar ya rejîma Sûrî ye.
Rola Îranê
Tevî ku peywendîya Hamas bi Îranê re jî jiber nêrîn û helwestên wan yên cuda derbarê Sûrîyê û pirsgirêkên din yên herîmî, rêxistina Îslamî ya Filîstînî di dema dawî de hewil daye ku têkilîyên xwe bi Tehranê re baştir bike.
“Ev civîna li Şamê bi zelalî wekî hêmaneke lihavhatina Hamasê ya giştî ligel Îranê ye ku di mehên dawî de eşkere bûye, Jonathan Spyer, lêkolerê navenda Middle East Forum ku bingeha wê li bajarê Philadelphia ye,” ji Dengê Amerîka re got.
Spyer da zanîn ku civîna karbidestên Hamas û Esad nîşana dawîbûna hizira koalisyoneke Sunî Îslamî ya serbixwe li herêmê ye ku bi derketina Buhara Erebî ya di sala 2011ê de wekî tiştekî pêkan dîyar bûbû.
“Hamas derbarê jidayikbûna koalisyoneke wisa dilgerm bû. Derketina wê ji Şamê û piştigrîya wê bo serhildêrên Ereb û Îslamîyên Sunî dijî Esad hêmana wê piştgirîyê bû. Lê derbeya leşkerî li Misirê, têkçûna serhildanê li Sûrîyê û hatina Qeys Seîd ser desthilatê li Tûnisê piştrast kir ku koalisyoneke wisa çênabe,” Spyer got.
Jêderên Filîstînî dibêjin ku Îran û Hezbullaha Lubnanî jî rolek di vegerandina peywendîyên navbera Hamas û Esad de lîstine.
“Di vî warî de, roleke Îran û Hizbullah û hinek komên Filîstînî hebû, lê ew rol piştî ku Hamas wekî destpêka berî vejandina peywendîyan biryar da ku ligel rejîma Sûrîyê gotûbêjan bike, hate pêş” Mistefa el-Sawaf, şîrovekarê karûbarên Filîstînî ku li Gezayê dimîne, got.
Endamê polîtburoya Hamasê Xelîl el-Hayya, ku ji şandeya Filîstînî li Şamê bû, piştî kombûna ligel Esad ji rojnamevanan re got ku hinek welatên din li herêmê ji cîvênê agahdar bûn.
"Dewletên herêmî yên wek Qatar û Tirkîyê, ji biryara Hamasê agahdar bûn û wan jî piştgirî da wê ku vê gavê bavêjin," Hayya got.
Koalisyona Dijî Îsraîlê
Vegera Hamas ya Şamê herwiha tê li vê dema ku çend welatên Ereb, wekî Îmarat û Behreyn, peywendîyên xwe bi Îsraîlê re vekirine, wekî beşek ji Rêkeftinên Abraham yên sala 2020'ê ku Amerîka piştgirîya wan kir.
Şîrovekar Sawaf ji Dengê Amerîka re got ku vîyana Hamas ya jinûve avakirina peywendîyan ligel rejîma Sûrî hat jiber ew hewil dide ku koalisyonekê dijî Îsraîlê ava bike.
Pispor dibêjin ku tenê hêza Îranê heye ku hebûna koalisyoneke wisa bike tiştekî pêkan.
“Hamas hîn jî xwe jibo karîna leşkerî dispêre Îranê. Lewra divîya bû ku ew bi vî hawayî li Îranîyan vegere. Lihavhatina bi Esad re buhayekî din e ku divê Hamas bide heta ku karibde careke din vegere nav kampa bi rêvebirîya Tehranê,” şîrovekar Spyer dîyar kir.
Pisporên din dibêjin ku germbûna peywendîyan navbera Sûrîyê û Hamasê dibe ku jibo rejîma Sûrîyê jî cihê sued be li vê dema ku Esad dixwaze ku tenêtîya xwe ya herêmî û navnetewî bi dawî bîne.
“Esad dikare weke berî şerê Sûrîyê Hamas li dijî berjewendîyên Îsraîl, Amerîka û hinek welatên Ereb bi kar bîne, bi taybet welatên ku li dijî rêxistinên Îslamî ne, ew rêxistinên ku ligel Îranê,” lêkolerê Sûrîyê John Salih ku li Washington dimîne, ji Dengê Amerîka re got.
Wî got ku di vê qonaxa girîng de, pêvidîya herdu alîyan bi hev heye.
“Pêdivîya Hamasê bi rejîma Sûrîyê heye jiber ku peywendîyên wê ligel Îranê hiştine ku piranîya welatên Ereb nema danûstandinê pê re bikin. Ji bilî ku li Şamê vegere, ti bijareya Hamasê tunebû ,” Salih got.
Hîn ne dîyar e ku Hamas wê kengî ofîsên xwe li Şamê jinûve veke, lê rêberên wê grêxistinê nîşan dane ku ewê gav bi gav wê yekê pêk bînin.