Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hest û Helwest: Nakokîyên Şandên Hikûmet û Opozisyona Sûrîyê li Cinêvê


Geir Pederson
Geir Pederson

Piştî pênc rojan ji gera pêncan a kombûnên komîta destûrîya ya Sûrîyê ku hefteya borî li Cinêvê hatin lidarxistin, şandîyê taybetê yê Neteweyên Yekgirtî bo Sûrîyê Geir Pederson xemên xwe derbirîn û got ku komîtê nikaribû bigihe ti encaman.

Pederson got şandîyê hikûmeta serokê Sûrîyê Beşar Esad pêşnîyarên opozisyonê û hin bîrokeyên wî bi xwe jî ji bo pêşvebirina proseya guftûgoyan, red kirin.

Wî got ew hêvî dike ku nêzîk biçe Dîmeşqê ji bo gutûbêjkirina çareserkirina kêşeyan û ew dê axaftinan li gel alîyên din jî bike.

Hin endamên şanda opozisyonê hêvî dikin ku rêveberîya nû ya serokê Amerîka Joe Biden zû tevlî vê proseyê bibe û komîta destûrî zindî bihêle.

Kamîran Haco
Kamîran Haco

Kamiran Haco, niwênerê Encûmena Niştimanî ya Kurdî di komîta Destûrî ya Sûrîyê de, ku endamê Kurd yê tenê ye di grûpa biçûkirî ya komîtê de, gotarek di kombûnên Cinêvê pêşkêş kir û têda behsa hevrengîya pêkhateyên Sûrîyê li beramber hişmendîya serdestî ya netewea Erebî kir.

Bernameya Hest û Helwest ya vê hefteyê bi beşdarbûna Kamîran Haco, ku li Swêd dimîne, nakokîya sereke di navbera şandên hikûmet û opozisyonê de û rîyên çareserkirina wan, gutûbêj dike.

Ji bo guhdarîkirina li bernameyê fayla deng veke

Hest û Helwest 2/2/2021
please wait

No media source currently available

0:00 0:29:46 0:00

XS
SM
MD
LG