Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Suleyman Soylu Bo Qedexekirina Konsertên Hunermendên Kurd Çi Got?


Arşîv: Wezîrê Karê Navxwe yê Tirkîye Suleyman Soylu
Arşîv: Wezîrê Karê Navxwe yê Tirkîye Suleyman Soylu

Suleyman Soylu bo Qedexekirina Konsertên Hunermendên Kurd Got ''Ev jibo Parastina Terz û Ewlehîya Jîyana Welatîyan e’’

Di mehên havînê de, hunermendên Kurd Aynur Dogan, Pervîn Çakar, Metîn Kemal Kahraman, Mem Ararat jî di nav de konsertên gelek hunermendên Kurd hatin qedexekirin.

Konsertên ku li bajarên cuda bûn, bi behaneya ewlehîyê ji aliyê şaredarî an jî wîlayetan ve hatin qedexekirin.

Wezîrê Karê Navxwe yê Tirkîye Suleyman Soylu li ser pirsa Parlamenterê CHPê Sezgîn Tanrikulu derbarê qedexeyan da got ''Biryar jibo parastina terz û ewlehîya jîyana welatîyan e.''

Konsertên Aynur Dogan, Mem Ararat, Metîn Kemal Kahraman hatibûn qedexekirin.
Herwiha lîstika bi navê ‘Bêrû’ ya Teatra Jîyana nû û ‘’Tartuffe’’ ya Şanoya Bajêr ya Amedê jî li Ruha, Edene û Mersînê qedexe kiribûn.

Zanîngeha Mêrdînê jî jibo ku çima di naverok û têksta wê de kilamên Kurdî hene jibo konsertê cî nedabû sopranoya (Stranbêja Opêray)a Kurd pervîn Çakar.

Sezgin Tanrikulu parlementerê (CHP)ê
Sezgin Tanrikulu parlementerê (CHP)ê

Parlamenterê Partîya Gel ya Komarî (CHP) Sezgîn Tanrikulu di meha Tebaxê da, bi pirsîyarnamek qedexdeyên konsertan anîbû rojeva parlamenê û ji Wezîrê Karê Navxwe yê Tirkîye Suleyman Soylu xwestibû bersiva pirsên wî bide.

Wezîrê Karê Navxwe piştî çar mehan bersivek da û got ‘Armanc ewe ku konsert li ciyên bi ewle werin dayîn. Ev biryar ne mudaxaleyeke li ser terza jîyana welatîyan, dijberî wê, biryar jibo parastina terz û ewlehîya jîyana welatîyan e.’’

Sezgîn Tanrikulu mijarê li ser rewşa konserta Pervîn Çakar ya li bajarê Mêrdînê, bi pirsîyarnameyek anîbû rojeva parlamenê.

Lê Wezîrê Karê Navxwe di bersiva xwe da bal kişandiye ser erka Walîyan:
‘’Walî rêvebirê hemî hêzên ewlekariyên bajaran in. Jibo pêşî li sûcan bigrin jibo ewlehîya raya giştî, biryara girtina tedbîran erka wan e.’’

Soylu di dewamîyê da jî destnîşan kiriye ''Ger li pêş ewlehîya raya giştî gefek hebe û çalakîyek bandorek neyênî li ser jîyana rojane bihêle, walîyên bajaran, li sînorên wî bajarî heta 15 rojan dikarin hemî çalakî, daxuyanî û xwepeşandanan qedexe bikin.''

Hêjayî bîrxistinê ye ku li bajarê Wanê, hemî çalaki bi biryara Walîyan şeş salan hatibû qedexekirin.

Sezgîn Tanrikulu jî li ser medyaya civakî destnîşan kir ku bersiva Soylu nabe bersiva pirsên wî û weha dewam kir:

''Jibo ku bi fermî nebêje konsert û şanoyên Kurdî qedexe ne, bersivek ku ne li gorî pirsên min daye. Lê di eslê xwe da bersiva wî bixwe dibe îtirafa ku zimanê Kurdî di bin zextek pir giran da ye.’’

Dema ku konserta Aynur Dogan li bajarê Kocaeliyê hatibû qedexekirin wê li ser medya civakî gotibû ‘Em ne fersend in jibo ku hûn qeweta xwe li ser me biceribînin lê em dikarin bibin fersend jibo bihêzkirina dil û wijdanan.’’

Şaredariya Keçiorena Enqerê û Wilayeta Mêrsînê jî bi behaneya ewlekarîya giştî konsertên Mem Ararat qedexe kiribûn.

XS
SM
MD
LG