Îro Duşemê, Tirkiyê êrîşeke esmanî li Şengalê pêkanî 3 endamên Yekîneyên Berxwedana Şengalê YBŞ'ê hatin kuştin.
Li bazarê kevin yê bajarê Şengalê otombîleka ji cûrê Prado ku 3 şervanên YBŞ'ê têdabûn, bûne armanca firokên Tirkiyê û hersê hatine kuştin.
Piştî hatiye ragihandin ku serokwezîrê Îraqê Mistefa El-Kazimî serdana bajarê Mûsilê bike, di çarçova serdana xwe de li bîranîna 7an ya komkujiya gundê Koço serdana wê herêmê jî bike û ji nêzîk li gel xelkê deverê û şervanên YBŞ'ê rune.
Li gor axiftinên rêveberê nahiya Sinonê (Xûdêda Çokî) ku çend kesek ji hêzên YBŞ'ê hatbûn destnîşan kirin da ku li gel Serokwezîrê Îraqê El-Kazimî rûnin û daxwazên xwe jê re bêjin, Çokî dibêje "Li bingeha Firqa 20 ya leşkerê Îraqê li herêmê plan hebû ku Kazimî li gel hin Ereb û kesayetî û xelkê herêmê rûne," di nav wan kesan de endamên YBŞ'ê ji hatbûn bang kirin, ew kes îro li bazarê kevin yê Şengalê di otombîlekê de bûne armanca êrîşek esmanî ya Tirtkiyê.
Ev êrîş bûye sedema tirs û bê aramiyê di nava welatiyên Şengalê de, yên ku vegeriyane, welatî dibêjin em bê hêvî bûne ku paşeroja xwe li Şengalê bibînin, jiber ku ev herêm bûye armanca firokên Tirkiyê û car bi car tê bombebaran kirin.
Ferhan Îbrahîm welatiyê qeza Şengalê ye û vegeriyaye ser mala û warê xwe dibêje "Yên hatine kuştin ew welatiyên Îraqî ne û divê parêzvaniya welatiyên Îraqî bihê kirin," Ferhan herwiha dibêje, ev karên weha dibin rêgir ku xelkê koçber nikarin vegerin ser mal û milkê xwe.
Heta amadekirina vê raportê pêzanînên dawî û horgiliyên bûyerê ne hatine zanîn, lê hat tekez kirin ku 3 şervanên YBŞ'ê yên di otombîlê de bûn, her sê hatine kuştin.