Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Sedemên Redkirina Serîlêdana Doza jibo Dîtina Gora Şêx Seîd Çi Ne?


Wêne ji arşîvê ye.
Wêne ji arşîvê ye.

Komeleya Şêx Seîd ligel Baroya Amedê bi armanca eşkerekirina cihê gora Şêx Seîd û 46 hevalên wî, serî li dadgehê xistin dabû ku li Wezareta Karê Navxwe Doz vekin. Lê 5emîn dadgeha îdarî ya Enqerê, li ser bersiva Wezareta Karê Navxwe ew daxwaz red kir.

Qasim Firat, him nevîyê Şêx Seîd e him jî Serokê Komela Şêx Seîd e. Wî ji Dengê Amerîka biryara dadgehê şîrove kir ku got ku ''Em li hêvîya bersiveke weha bûn, jiber ku ew ji Şêx Seîd û ji mezelê wî, ji rêheval û misyona wî ditirsin.’’

Beriya ku serî li prosesa dadgehê bixin, komeleyê pirsa cihê gora Şêx Seîd ji Wezareta Navxwe kiribû kir lê piştî bersiva neyênî wan dest bi prosesa qanûnî kir.

''Dadgehê jî got ku em di dexwaza xwe da mafdar in, divê bersivek were dayîn,’’ Firat dîyar kir.

Dadgehê 53mîn dadgeha îdarî ya Enqerê 25'ê Nîsanê rûniştinek lidarxist da ku biryarê bide.

''Em çûn hizûra mehkemê, me daxwaza xwe dubare kir, me belgeyên deste xwe nişan da, teyit kir. Mehkemê jî got ewê pirsê ji Wezaretê bikin. Lê wezaretê ji wan re gotiye ew nizanin cihê gora Şêx Seîd li ku ye, ew agahî di deste wan de tune ye.’’

Firat da zanîn ku di 1925'an da her tişt di bin tomara wezareta navxwe de bû. Wê çaxê Kazim Dîrîk waliyê deverê bû.

''Her kes dizane ku wezaret agahdar e û her kes dizane ku bi temamî di bin malûmata wezaretê da, bîla hiqûq, bîla hakim, bîla dozger, bîla evuqat ev tişt hatine kirine, lê mixabin serê xwe kirin bin xweliyê, ji Şêx Seîd û ji rêheval û misyona wî ditirsin, înkar û îmha jî her didome.îmka û înkar jî her didome’’

''Malûmata cîyê gora wan di destê wezaretê da jî di destê leşkeriyê da jî heye lê ev hemî biryarên sîyasî ne, ev qebehet û gunehek 100 sal e û nikarin êdi bidomînin,'' Firat got.

Gelo ew dizanin ciyê gora Şêx Seîd û hevalê wan li ku derê ye? Firat got ku ne tenê ew li Diyarbekir kesên li ser vê mijarê hesas in cih dizanin û diçin fatîha dixwînin.

''Em jî dizanin, hemû kes jî dizanin li ku derê ye," nevîyê Şêx Seîd dîyar kir.

Ew dem pîva ne. Ji birca kela Diyarbekir heta ciyê gora wan 150 mitro ye krokîya wan jî heye, ewkafê ew dem krokî derxistîye, di qeydiyên dewletê da hemî jî hene. Li pişt nexweşxaneya Dewletê û qada leşkerîyê erseyek heye, li dorê wê dîwar heye, mirov nikare hare ser lê ji dûri ve ciyê wî kuşf e. Dareke tûyê li wir heye. Mezelê Şêx di binê darê da ye. Mirov tên diçin ziyaret dikin, li wir fatihe dixwînin.’’

Qasim Firat destnîşan kir ku wesyeta bapirê wî ye ku termê wî li wir nehêlin.

''Ji ewlad û warisê xwe ra wesîyeta Şêx Seîd heye, gotîye bila li mezelê min xwedî derkevin, mezelê min çêbikin û bila serê wan jî bilind be, fedî û heya nekin ji min. Me ji bo welatê xwe, jibo nêrîn û bîr û bawerîya xwe me xwe fîda kirîye. Bi me şanazîyê bikin, em jî bi wan şanazîyê dikin û dixwazin wesyeta wî bicî bînin.''

Ji nav wan da, tenê termê Şêx Şemsedînê Bokarkî piştî sê salan hate derxistin û birin gundê Farqînê Qamişloyê.

Firat bang li hemî Kurdan dike ku bicihanîna wesyeta Şêx Seîd berpirsîya hemû Kurdan e.

Raporta Xecîcan Farqîn
please wait

No media source currently available

0:00 0:07:00 0:00
XS
SM
MD
LG