Alimê Kurd Seîdî Kurdî, ku wek Saîdê Nursî jî tê zanîn, di 13ê Adara 1960î de li Ruhayê koça dawî kir û li dergaha Xelîl û Rehman ya li bajarê Ruhayê li axê hate sipartin. Lê, di dema derbeya 27ê Gulana 1960î de bi fermana cuntayê gora wî di 12ê Tîrmehê de hate xirab kirin. Dû re meytê wî ji gorê hate derxistin û ew bi firokê ji Ruhayê hate revandin û cîyê gora wî heta niha nayê zanîn.
Baroya Ruhayê dibêje ku dewlet dizane gora Seîdê Kurdî li ku ye û bi daxwaza eşkerekirina cîyê gorê xwest doz veke lê ev daxwaz hate red kirin. Jibo rêyên hiqûqa navxwe bê encam ma, baro jî serî li Dadgeha Mafê Mirovan ya Ewrupayê da.
Baroya Ruhayê jibo cîyê meytê Seîdê Kurdî were eşkere kirin, serî li Dadgeha Mafê Mirovan ya Ewrupayê da.
Baro bi daxuyanîyeke nivîskî ragihand ku hemî rêyên hiqûqa navxweyî hatin cerbandin, lê ti encam derneket.
Li gor binpêkirina xalên 6 û 10an ya Peymana Mafê Mirovan ya Ewrupî, Baroya Ruhayê di 26ê Îlonê de serî li Dadgeha Ewrupa da.
Baroya Ruhayê, derbarê serdanê de bi daxuyanîyeke nivîskî got ku jibo meytê hinda yê Seîdê Kurdî ji Serfermandarîya Tirkîyê heta sazîya îstîxbarata Tirkîyê (MÎT) ne mimkun e ku di belge di deste dewletê de tunebe.
Baro di sala 2019an da, ji Walîtîya Ruhayê xwest ku di arşîva walîtî û dewletê de çi dokuman li ser cîyê gora Seîdê Kurdî hebe, bide wê, lê walîtî gotibû ku di arşîvên wê de derbarê mijarê de ti belge tuneye.
Baro xwest ku walîtîtî ji wan saziyên erkdar dexwaza belgeyan bike, lê ev dexwaz jî hate red kirin û encamê de baro doz vekir. Lê, hem dadgeha Ruhayê, hem ya heremî ji alîyê rêbazê ve daxwaza vekirina dozê red kir.
Baro encama redkirina dadgehan de, di çarçoveya azadîya xwe îfadekirinê û ya mafê dadkirina rewa binpê dikin, serî li Dadgeha Mafê Mirovan da.
Li gor hin îdiayan, leşkerên ku meyt bi firokê birin, ew li nav bajarên Isparta û Afyonê li goristanekê binax kir.
Li gor hin îdiayên din jî, du şagirtên wî li ser wasîyeta Kurdî di 1969an de meyt ji cîyê ku leşkeran binax kiriye, derxistiye û li cîhekî din din binax kiriye.
Navê Kurdî yê fermi, Saît Okur e û ew li medreseyan der çûye û hîn zarok bûye Quran hifz kiriye û seydayên wî jê re gotine Bedîuzzaman.
Ew, di sala 1878an de li bajarokê Nursê ya Bedlîsê de ji dayik bûye. Kurdî mane û meala Quranê nivîsîye û bi navê Kullîyata Rîsaleyî Nûr weşandiye ku tê de 16 pirtûk hene.
Kurdî bi tawana ku ‘di nav hewildana ruxandina rejîmê da ye’ bi şagirtên xwe hate darizandin û bi salan jîyana xwe li sirgunê derbaz kir.