Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rêberê Serhildana Dêrsimê Seyîd Riza 85 Sal Berê Îro Hatibû Darve Kirin


Jinên Kurd li pêş peykera Seyît Riza foto digirin
Jinên Kurd li pêş peykera Seyît Riza foto digirin

85 sal berê, di roja 15'ê Mijdara 1937'ê de, rêvebirê serhildana Dêrsimê Seyît Riza û 6 hevalên wî li Elezîzê hatin darve kirin.

Tevî Seyît Riza, kurê wî Reşik Huseyîn, Husênê Demenanî, Hesen û Seyît Husênê Qureyşanî, Elîyê Kalanî û Findik Axayê Yûsifanî jî hatin îdam kirin û her wekî yê Şêx Seîd û hevalên wî, cîyê gorên Seyît Riza û hevalên wî jî hate veşartin.

Serhildana Dêrsîmê di navbera 1937 û 38'an de destpê kir û gelek eşîrên Dêrsîm û Koçgirîyê di nav serhildanê de cî girtin û Dêrsim, Erzîncan, Elezîz, Sêwas, Meletî, Bîngol xistin bin bandora xwe.

Partîya Demokratîk ya Gelan (HDP) li bajarê Dêrsîmê jibo salvegera îdamkirina Seyît Riza û hevalên wî li Meydana Seyît Riza bernama bîranînê li dar xistin.

Seyît Riza di 5'ê Îlona 1937'an de bi 72 hevalên xwe yê serhilder hate girtin û 13'ê Îlonê de Dadgeha Leşkerî cezayê îdamê da wî û ew di 15'ê Mijdarê de li Elezîzê hat sêdare kirin.

Hêjayî gotinê ye ku her sal vi 15'ê Mijdarê de sazî û rêxistinên Kurdan bi bernameyên curbicur Seyît Riza û hevalên wî bi bîr tînin.

KHF_WEB_85 Salîya_Mirina_Seyît_Riza
please wait

No media source currently available

0:00 0:05:54 0:00

XS
SM
MD
LG