Îsal, sedsalîya serhildana Koçgirîyê ye. Nivîskar û lêkolînera Kurd Evîn Çîçek, jibo Dengê Amerîka behsa serhildanê û encamên wê dike.
Evîn Çîçek kurdeka Koçgirîyê ye û li ser dîroka Kurdan gelek lêkolîn kirine, li ser Serhildana Koçgirîyê pirtûk jî nivîsandîye.
Di heman demê de di arşîvên belgeyên îngilîzî, Fransî li pey şopa Kurd û Kurdîstanê digere û li ser belgeyan gelek gotaran jî amade kirîye.
Xanim Evîn dide xuyakirin berîya serhildanê, Şoreşa Bolşevîkan ya li Rusya senga siyasî û belans li herêmê xerakir, şert û merc li dijî Kurdan guherî.
"Cemiyeta Teali ya Kurdistanê, Kurdistaneke serbixwe ji xwe re kiribû armanc, di aliyek de jî ji Peymana Sevrê bi hêvî bû. Lê dîtin ku ji Sevrê ji wan re xêr tuneye."
Di sala 1920'an de Nuriyê Baytar, bi eşîrên Kurdan re civinek lidarxist û biryar dan ku Kurdistaneke serbixwe ya ku ji Amed, Wan, Bedlîs, Elezîz, Dersîm û Koçgiriyê pêk tê ragihînin.
Li ser vê armancê Elîşêrê Koçgirî bi sedan serhilderên Kurd re êrîş birin ser qereqolek û Serhildana Koçgiriyê destpêkir.
Dîrokzana Kurd destnîşan kir ku Kurdan li devera Koçgirîyê ew dem hikumeteke demkî jî ava kirin.
"Ji bo têkbirina serhildanê Artêşa Navendî ya Tirkiye ava bû, di aliyek de jî çeteyên Lazan bi ser Koçgirîyê hinartin. 6ê Adara 1921an de li naçva Macîran (İmranlî) şer destpêkir."
Piştî ku alîkarî nagîje kurdan serhildan têk diçe û nêzî 200 gundê Kurdan şewitandin, dest da ser mal, jin, keçên Kurdan."
Xanim Evîn Çîçek dibêje Serhildana Koçgir têk biçe jî ew bû binyata berxwedana Kurdan.
Hun dikarin agahîyên zêdetir li ser fayla deng gohdar bikin.