Emîne Şenyaşar û kurê wê Ferît, li pêş avahîya Edlîye ya Ruha yê, 301 roj in Çalakîya Edaletê didomînin.
Di nava salekê de dê û kur jibo dawî li çalakîyê bînin gelek caran hatin desteserkirin, li wan doz vebûn lê ew dibêjin heta edalet jibo wan jî bi cî neyê, ew dest ji çalakîya xwe bernadin.
“Gelek kes ji dibêjin li Tirkîyê edalat nemaye, loma jibo Şenyaşaran jî edalet bi cî nayê. Lê xîreta me bar nade ku em li malê rûnin û tiştek nekin,'' Ferît Şenyaşar dibêje.
Wî da zanîn bi kuştina bavê wî Esved, birayên wî Celal û Adil, herwiha bi girtina birayê wî Fadil di malbatan wan de ''çar mal xira bûne.
''Jîyana hemî endamên mayî serûbin bû, derûnîya me hemûyan têk çû, peyîva edaletê li ser zimanê zarokên me rûniştîye, em jî dixwazin wek malbatên normal bijîn, lê heta jibo doza bav û birê me edalet çênebe em dest jib nobeta edaletê bernadin'' Ferît Şenyaşar dibêje.
Çi bibû?
Berîya hilbijartina heremî ya sala 2018’an, li bajarokê Siruc a Ruhayê, di dema kempeyna hilbijartinê de di navbera zerevanên ku ji xizmên parlamenterê AKP'ê Îbrahîm Halîl Yildiz pêk tên, û Celal, Adil, Fadil Şenyaşar de pevçûn çêbû. Celal Şenyaşar û birayê parlamenter Mehmet Şah Yildiz li dikana Şenyaşaran hatin kuştin, Adil û Fadil, bi çend zerevanan din birîndar bûn.
Esved Şenyaşar û Adil Şenyaşar jî heman roj li nexweşxanê di êrîşa xizmên parlamenter de, li pêş çavên Emîne Şenyaşar hatin kuştin.
Fadil Şenyaşar ê ku di pevçûnê de birîndar bû, ji kuştina birayê parlamenter hate girtin. Doza wî di Nîsana 2020’an de encam bû û cezayê giran ê dirêjîya jînê li wî hate birîn.
Birayê parlamenter Enver Yildiz jî ji kuştina Celal Şenyaşar sûcdar hate dîtin ku cezayê wî 12 sal in, lê çar sal in jî lêpirsîna ku jibo kuştina Hecî Esved û Adil Şenyaşar destpêkir bi encam nebû û ti sûcdar nehate girtin.
Emîne Şenyaşar û kurê wê Ferit li hember van biryaran 300 roj berê dest bi çalakîya xwe kir.