Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Doza Kuştina Sê Endamên Malbata Şenyaşar li Meletî Destpê Kir


Çalakîya Edaletê ya Emîne û Ferît Şenyaşar li Amed;
Çalakîya Edaletê ya Emîne û Ferît Şenyaşar li Amed;

Doza kuştina Esved û Adil Şenyaşarê ku di 14'ê Hezîrana 2018'an de li nexweşxana Sirucê hatin kuştin, roja Sêşemê li 5emîn Dadgeha Giran ya Meletê destpê kir.

Lêpirsina dozê 4,5 sal dewam kir û 10 dozger hatin guhertin.

Di dozê de 14 xizmên parlamentere AKP'ê ji kuştina ‘Esved û Adil Şenyaşar’ tên dadgeh kirin. 4 gumanbar jî ji dizîna kamerayên nav nexweşxanê tên darizandin.

Ferît Şenyaşar û dayika wî Emîne du sal in li pêş Dadwerîya Ruhayê çalakîya rûniştinê ya bi navê ‘Nobeta Edaletê’ li dar dixin.

Ferît Şenyaşar da zanîn jibo êrîşa nexweşxanê bibe doz û kujer werin ceza kirin herwiha cezayê giran li ser birayê wî Fadil bê rakirin dest bi çalakîya xwe kirin.

Wî got ''Ev doz encama çalakiyê û piştgirîya bîragiştî destpê kir.''

Ferît şenyaşar daxuyakirin wan tu carî hêvîya xwe ji edaletê nebirîye.

‘’Em dizanin ku di pişt van êrîşan da parlamenterê AKP'ê heye,ew roj polîs têrî xwe mudaxale nekirin.

Parlamenter hêza xwe ya sîyasî bi kar anî û ev bû sedema qetlîamê. Pişti hilbjartinan em hêvî dikin ew jî bê dad kirin.’’

Çi bibû?

14'ê Hezirana 2018'an de, di prosesa hilbijartinê da, li bajarokê Pirsûsê ya Ruhayê, dema parlamenterê AKPê îbrahîm Halîl Yildiz li bazar Sirucê digerîya, li dikana Şenyaşaran di nav xizmên wî û dikandar Celal Şenyaşar da pevçûnek destpê kir ku di demek kurt de mezin bû û veguherî şerek çekdarî.

Di encamê da li nav dikanê Celal Şenyaşar û Mehmet Şah Yildiz, li nexweşxanê jî Adil û Esved Şenşayar hatin kuştin.

Li gor îdianameya dozê, çar bira, Adil, Fadil, Mehmet û Ferît Şenyaşar birîndar rakirin nexweşxanê.

Bavê wan Esved û dayika wan Emine jî bi hewara wan çûne. Lê li nexweşxanê bi xizimên parlamenter re rast hatine.

Li gor îfadeyên şahidan, Esved Şenyaşar bi tupên oksîjenê bi şivên hesin yên serumê hate kuştin, Adil jî gulebaran kirin.

Her sê birindarên din jî bi ambulansan birin bajarên din.

Fadil Şenyaşar ji kuştina Mehmet Şah Yildiz û birîndarkirina 8 kesan bi cezayê giran yê hetahetayî zindanî bû.

Birayê parlamenter Enver Yildiz jî ji kuştina Cemal Şenyaşar bi 12 salan hate ceza kirin.

Lê, ji kuştina Adil û Esved Şenyaşar ji doza pêşin hate veqetandin.

Roja êrîşa nexweşxanê, hemî kamerayên ku dîmenên nav nexweşxanê digrin, hatin dizîn.

Li gor dîmenên kamerayên dora nexweşxanê, otomobîleke sipî li ber odeya servera kamerayan disekine û du kes kamerayan û hardiskan didizin. Di îdianameye de hate destnişan kirin, ew otomobîla ya xizmekî parlamenter e.

Hardîsk û kamera nehatin dîtin, loma bi dîmenan ne kifş e ku Esved û Adil bi deste kê hatin kuştin.

Jibo dozê îfadeya 180 kesan hate girtin, li ser ifade wan û dimenên kamerayên dora nexweşxanê 48 kes hatin tespit kirin û 19 kes weke gumanbar hatin destnîşan kirin.

Ji dozê 2 xizmên parlamenter girtî tên dad kirin, lê gumanbarek jî tawanan qebûl nakin.

KHF_Doza Kuştina Esved u Adil Şenyaşar
please wait

No media source currently available

0:00 0:03:20 0:00

XS
SM
MD
LG