Leşkerên Rûsya Dibêjin wan alîkariya şervanên Kurdên Sûriyê kiriye di şerê dijî Daişê de li rojhilata Sûriyê.
General Yevgînî Poplavsky got firokên wan ên şer 672 erkên piştgiriyê pêanîne ji bo Kurdan û yekîneyên xwebexş li rojhilata çemê Feratê.
Daxuyaniya Poplavsky ku ji aliyê wezareta berevaniya Rûsya ve hatibû belavkirin, hewlên Mosko werdigerîne li dor bihêzkirina pêwendiyan li gel Kurdên Sûriyê.
Gelo Rûsya çima alîkariya Kurdan dike di demekê de ku berê hevalbendiya navnetewî ya bi serkirdayetiya Amerîka piştgiriya wan dike?
Pilana Rûsya di vê derbarê de çiye û şervanên Kurd vê yekê çawa li ser erdê werdigerînin?
Gelo hevrêziyeka Amerîkî ya Rûsî heye di vê derbarê de?
Bernameya Hest û Helwest ronî dide ser van pirsan li gel Şepal Îbrahîm, endamê Rêxistina Niştimanî ya Ciwanên Kurd (SOZ) ku li Almanya dimîne.
Ji bo guhdarîkirina li bernameyê fayla deng veke