Bi salan e Amerîka li Kurdan bi giştî û bi taybetî li Kurdên Îraq û Sûriyê wek hevalbend temaşe dike û gelek serokên Amerîkayê bi awayekî aşkere û li ser ragihandinê pesna wan dan e.
Serok Joe Biden jî, berî çend rojan di axaftina xwe ya derbarê kuştina serkirdeyê Daiş El-Qureyşî de, careke din ev yek dupat kir û hêzên Pêşmerge û Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) wek hevalbendên Amerîkayê bi nav kirin.
Hin şareza dibêjin Amerîka roleke mezin di parastina Kurdan de dilîze, li beramber hêz û welatên ku dixwazin wan li herêmê tune bikin.
Lê li gor rexnegiran, ev hevalbendî û piştgiriya aşkere tenê di warê leşkerî û şerê dijî terorî de ma ye.
Ew dibêjin Amerîka van salên dawî hêzên Kurdî ji bo şerê Daişê bi kar tîne û dema tê mijara siyasî û pêwendiyê dîplomatîk, ew hinekî bi şun de vedikşe û naxwaze pêwendiyê xwe li gel hêzên herêmî yên ku dijberiya Kurdan dikin têk bibe.
Hevalbendiya Amerîka bi Kurdan re di çi astê de ye û çiqas bi hêz e?
Serok û berpirsên Amerîkî li Kurdan tenê wek hêzeke leşkerî ya demkî temaşe dikin yan jî wek hevalbendên siyasî yên demdirêj li herêmê?
Kurd vê hevalbendiyê çawa dinirxînin û xwe çendîn nêzîkî Amerîkayê dibînin?
Bernameya Hest û Helwest bi beşdarbûna du mêvanan ronî dide ser vê mijarê:
Luqman Berwarî, şîrovekarê siyasî ku li wîlayeta Kalîforniyayê dimîne û nivîskar Salih Cefer ku li Holendayê dimîne.
Ji bo guhdarîkirina li bernameyê fayla deng veke