Pevçûnên leşkerî yên doh Duşemê di navbera hêzên Tirkiyê û hêzên hikûmeta Sûriyê de, bûn sedema girjiyên bêhtir di navbera herdû welatan de.
Wan her wiha hin nakokî dexistin hole di navbera Tirkiyê û Rûsya de ku bi awakî rasterast piştgiriya hikûmeta Sûriyê dike.
Ev girjiyên dawî wê çi bandorê bidin ser hevrêziya Rûsya û Tirkiyê li Idlibê?
Operasyoneke leşkerî ya Tirkiyê, wek ku serok Recep Tayyip Erdogan gitibû, wê çi qezenc bike li beramber operasyona hikûmeta Sûriyê li wir?
Çarenûsa Idlibê û gurûpên serhildêr li wir çiye?
Bernameya Hest û Helwest bi beşdarbûna du mêvanan ronî dide ser vê mijarê:
Gelo Îsa, endamê serkirdayetiya partiya democrat a Kurdî Sûrî ku li bajarê Kobaniyê dimîne û Bedel Boselî, şîrovekarê siyasî ku li Tirkiyê dimîne.
Ji bo guhdarîkirina li bernameyê fayla deng veke