Di Adara sala 2011an de xelkê Sûriyê bi serhildanên aştiyane banga azadî û guhertinê kir, lê bangên wan rastî tundî û gulleyan hatin, aştiya wî welatî binpêbû û Sûriyê derbasî şerekî navxweyî bû ku ta roja îro hîn ti nîşanên çareseriyê jê re ne diyar in.
Di van 11 salan de, bi sed hezaran Sûrî hatin kuştin û birîndarkirin û girtin, bêhtirî nîva xelkê welêt derbider û penaber bûn û piraniya bajar û gund û jêrxaneyan wêran bûn.
Sûriyê bû meydaneke vekirî ya terorê, şerekî demdirêj di navbera Sûriyan de û bazareke şerê berjewendiyan di navbera hêzên derve de, çi yên herêmî û çi jî yên navnetewî.
Di van salên dijwar yên Sûriyan de, bi dehan hewldan û kombûn ji aliyê civaka nevnetewî ve bûn ji bo bidawînîna şer û dîtina çereseriyeke siyasî, lê tiştek bi ser neket û rewş her çû bêhtir mijahî bû, ta radeyekê ku roja îro hejmareke mezin ji xelkê Sûriyê xweziya xwe bi dema berî 2011an tînin.
Çima rewşa Sûriyê ewqas tevlîhev bû û çima vê krîzê ewqas dirêj kir?
Bingeh û asoyên çareseriyê çi ne û sînaryoyeke çawa dikare Sûriyê ji vê rewşê derxe?
Çivaka navnetewî çi rol di vî şerî de hebû û êdî dikare çi bike?
Bijarên Kurdên Sûriyê çi bûn û cihê wan di terazûya siyasî ya Sûrî de li ku ye?
Bernameya Hest û Helwest vê mijarê bi nivîskar Ronî Elî re gotûbêj dike.
Ji bo guhdarîkirina li bernameyê fayla deng veke