Di demekê de ku bi sedan koçberên Herêma Kurdistanê vegeriyan welatê xwe, hîn bi hezaran koçber, ku piraniya wan Kurdên Îraqê û Sûriyê ne, di navbera sînorê Belarusya û Polendayê de asê mane.
Rêxistinên mafên mirovan xemên xwe li dor rewşa wan ya ne baş derdibirin û dibêjin ta niha bêhtirî 10 kesan ji wan jiyana xwe ji dest daye.
Koçberîya ji Herêma Kurdistana Îraqê û Herêmên Bakur û Rojhilata Sûriyê bûye diyardeyekê ku bala gêncan dikşîne û ew mal û milkên xwe difroşin ji bo çûyîna Ewrupa û pêkanîna xwena jiyaneke baştir û aramtir.
Lê di hewla çûyîna de, ew gelek caran rastî mirin, dijwarî, dizîn û fêlên qaçaxciyan tên.
Çima ev gêncên Herêma Kurdistanê û Bakur û Rojhilata Sûriyê dixwazin ji welatên xwe birevin?
Sedemên vê diyardeyê siyasî ne, civakî ne, aborî ne, yan jî kombûna wan hemî biwaran e?
Desthilat û dezgehên xemxur dikarin çi bikin ji bo kêmkirina vê diyardeyê û razîkirina gêncan ku li welatê xwe bimînin?
Bernameya Hest û Helwest bi beşdarbûna du mêvanan ronî dide ser vê mijarê:
Nivîskar û rojnamevan Saman Nûh ku li Duhoka Herêma Kurdistana Îraqê dimîne û Nesredîn Îbrahîm, sekreterê Partiya Demokrata Kurdî li Sûriyê (el-Partî) ku li Qamîşloya Bakur û Rojhilata Sûriyê dimîne.
Ji bo guhdarîkirina li bernameyê fayla deng veke