Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hest û Helwest: Darêştina Çaksazîyên Destûrî Ji Bo Sûrîyê


Şandiyê NY bo Sûriyê Gier Pederson
Şandiyê NY bo Sûriyê Gier Pederson

Şandiyê Netweyên Yekbûyî (NY) bo Sûriyê Gier Pederson roja Yekşemê ragihand ku hikûmet û opozisyona Sûrîyê erê kirine dest bi darêştina çaksaziyên destûrî ji bo Sûrîyê bikin.

Ragihandina Pederson dê gaveke mezin be, piştî neh mehan ji rakêşan û lidarxistina gelek gerên kombûnan bêyî ku ti pêşketinan qezenc bikin.

Pederson ligel nûnerên hikûmet û opozisyonê kom bû, herdu aliyên ku bo yekem car rasterast bi hev re rûninin ji bo gotûbêjkirina planên kombûnên vê hefteyê ku ji roja Duşemê heta Înê bederwam in.

Piştî têkçûna gera 5'an ya kombûnên komîta destûrî dawîya meha Çile, Pederson nîşan bi wê yekê dabû ku şanda hikûmetê berpirs e di ber nebûna ti pêşketinan de.

Tê zanîn ku Amerîka û welatên Rojavayî hikûmeta Sûriyê tawanbar kir ku wê bi mebest darêştina destûreke nû heta piştî hilbijartinên seroktiyê paş xist da ku xwe ji dengdaneke NY dûr bixe.

Çi tiştê nû di vê ragihandina Pederson de heye û herdu alî dikarin di kombûnên vê hefteyê de çi pêş bixin?

Bernameya Hest û Helwest bi beşdarbûna du mêvanan ronî dide ser vê mijarê:

Dr. Mehmûd Ebbas, şîrovekarê siyasî ku li wîlayeta Texas ya Amerîkayê dimîne û nivîskar Merwan Osman ku li Almanya dimîne.

Ji bo guhdarîkirina li bernameyê fayla deng veke.

Hest û Helwest 19-10-2021
please wait

No media source currently available

0:00 0:30:32 0:00

XS
SM
MD
LG