Hefteya borî şandiyê taybet yê Neteweyên Yekbûyî ji bo Sûriyê Geir Pederson got wî hemî aliyên pêwendîêdar yên Sûrî vexwendî gera heştan ya axaftinan kirine bi armanca nivîsandina destreka nû ji Sûriyê re.
Neteweyên Yekgirtî dibêje ev destûr eger ronahiyê bibîne wê çareseriyeke siyasî ji şerê 11 salan ê Sûriyê re bibîne.
Ji bilî aliyê hikûmetê û yê opozisyonê, nûnerên civaka sivîl jî beşek in ji komîta destûrî ya Sûriyê.
Ji dema damezrandina Komîta Destûrî ya Sûrîyê sala 2019an, aliyên pêwendîdar bi navberiya Neteweyên Yekgirtî 7 gerên axaftinan li dar xistine lê ta niha jî hîn ti pêşketinên berbiçav çê nebûne.
Darêştina destûrekê yan jî pêkanîna guhertinan di destûra welatekî de çawa dibe eger nêzîkbûneke siyasî di navbera aliyên desthilat, opozisyon û civaka sivîl de ne?
Gelo nivîsandina destûrekê di nava van pêkhateyên heyî de çiqas dikare wergerandina rastiyekê be li ser erdê çiqas dikare Sûriyê ber bi çareseriyekê ve bibe?
Di demekê de ku rêjîm û opozisyonê nakokiyên tund û bingehîn hene, civaka sivîl dikare çi rolê bilîze û nûnerên wê di vê komîtê de çiqas çalak in?
Bernameya Hest û Helwest bi beşdarbûna Siyamend Hajo, serokê Şepêla Azadiya Kurdistanê ku li bajarê Berlîn yê Almanyayê dimîne ronî dide ser vê mijarê.
Ji bo guhdarîkirina li bernameyê fayla deng veke