Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hest û Helwest: Rewşa Sûrîyê Piştî Deh Salên Şerê Navxweyî


Piştî derbasbûna deh salan li ser kirîza Sûrîyê, xelkê wî welatî hîn jî buhayê herî giran didine.

Ta niha, bi sedan hezar kes hatine kuştin, zindankirin, revandin û êşkencekirin û Sûrîyê maye krîza penaberan ya herî mezin li cîhanê, li gor Neteweyên Yekbûyî.

Amarên dawî diyar dikin ku bêhtirî 5.5 milyon Sûrî li welatên Tirkîyê, Îraq, Lubnan, Urdun û Misirê penaber in û 6.7 milyon li nava welêt derbider in. Behtirî 60% ji wan jin û zarok in.

Li dirêjîya van salan, gelek hêz û welatên herêmê û cîhanê destên xwe xistin nava Sûrîyê û gelek proje û planên çareserkirinê hatin pêşkêşkirin, lê ta roja îro tiştekî berbiçav nehatîye qezenckirin.

Çi bi serê xelkê Sûrîyê hat û berê vî şerî li ku ye?

Çima ewqas hewildanên navxweyî, herêmî û navnetewî yên dîtina çereserîyekê bi ser neketin?

Kilîta çareserîya rewşa Sûrîyê di destê kê de ye?

Neteweyên Yekbûyî çi kir û dikare çi bike?

Bernameya Hest û Helwest bi beşdarbûna du mêvanan ronî dide ser van pirsan û hin pirsên din ên girêdayî vê mijarê:

Salih Jafer û Azad Elî
Salih Jafer û Azad Elî

Nivîskar Salih Jafer ku li Holenda dimîne û Dr. Azad Elî, lêkoler û sernivîserê kovara el-Hîwar ku li Qamişlo dimîne.

Ji bo guhdarîkirina li bernameyê fayla deng veke

Hest û Helwest 16/3/2021
please wait

No media source currently available

0:00 0:30:00 0:00

XS
SM
MD
LG