Wezareta Berevanî ya Rûsya îro Çarşemê ragihand ku hêzên berevanîya esmên li Bryansk, Belgorod û Voronezhê 5 dronên Ukrayna pûç kirine.
Karbidestên li Brynansk û Voronej ji Telegramê dîyar dikin ku bi xistina dronan ti kes canê xwe ji dest nedaye û ti zarar jî çênebûye.
Rêvebirên Kursk ya Rûsya ya li rojhilata bakurê sînorê Ukrayna dîyar dikin ku helîkoptereke Ukrayna li navendeke agirkujîyê ketiye û di encamê de 1 kes birîndar bûye û hin maşîneyan jî zarar dîtine.
Artêşa Ukrayna jî îro Çarşemê ragihand ku hêzên wê çar firokên keşfê yên Rûsî pûç kirine.
Hêzên esmanî yên Ukraynî dîyar dikin ku Rûsya bi muşekan êrîş birine ser Odesa û Khersonê.
Walîyê Khersonê Oleksandr Prokudin îro Çarşemê ji Telegramê dîyar kir ku bi êrîşên Rûsî yên di rojên borî de herî kêm 7 kes birîndar bûne û pirtir ji 20 xanîyan zarar dîtine.
Karbidestên li herêma Kharkivê jî dibêjin ku jiber êrîşên Rûsya yên îro Çarşemê zarar gihiştiye avahîyan.
Walîyê herêma Dnipropetrovsk ya Ukrayna Serhiy Lysak ji Telegramê dîyar kir ku Rûsya bi topan û dronên kamîkaza êrîş birine ser herêmê, lê ti bûyera birîndarbûnê nehatiye ber destê wan.