Artêşa Rûsyayê îro Sêşemê got ku berevanîyên wê yên esmanî 13 dronên Ukranyayê xistine xwarê, li vê dema ku karbidestên herêmên Ukraynî yên ser sînor radigihînin ku topbaran Rûsyayê zîyan li wan deveran durist kiriye.
Wezareta berevanî ya Rûsyayê got ku 9 dron li herêma Rostov hatin xistin. Karbidestên xwecihî li wir dibêjin ku ti qurbanî di encama êrîşên Ukraynî de nebûn.
Rûsya herwiha ragihand ku hêzên wê dronên Ukraynî li herêmên Belgorod, Kursk, Voronezh û li ser Deryaya Reş nêzîkî herêma Qirimê hatine zeftkirin.
Li Kurskê, Fermandar Alexey Smirnov got ku êrîşeke esmanî ya Ukraynayê bû sedema pêketina agirekî li kargeheke alavên elektrîkî. Smirnov ser platforma Telegram got ku karkeran di êrîşê de zîyan nedît.
Fermandarê Belgorod Vyacheslav Gladkov jî îro Sêşemê ser Telegramê got ku êrîşên Ukraynî zîyan gihand avahîyan li çend gundan û bi kêmî 8 kes birîndar kir.
Artêşa Ukraynayê jî Sêşemê ragihand ku wê du dronên êrîşkar û 8 dronên çavdêrîyê xistiye.
Serhiy Lysa, fermandarê herêma Dnipropetrovsk ya Ukraynayê, ser Telegramê got ku berevanîyên esmanî yên Ukraynî droneke Rûsî bi şevê anîn xwarê. Li herêma Kherson jî, desthilatdaran ragihand ku di encama topbarankirina Rûsyayê de çend avahîyan li deverê zîyan dît.
Karbidestên herêmên Mykolaiv û Kharkiv jî Sêşemê ragihand ku deverên wan jî rastî topbarana Rûsyayê bûn.