Wezareta Berevaniya Rûsya dibêje wê ji derya Sipî mûşekên Kirûz avêtin armancên gurûpa Daiş li bajarê Dêr el-Zorê li rojhilata Sûriyê.
Avêtina van mûşekan tê piştî çend rojan ji rêkeftinekê di navbera Hizbullah û Daişê de ku li gor wê çekdarên Daiş ji ser sînorê Libnanê hatin guhestin bo parêzgeha Dêr el-Zorê.
Ev rêkeftina ku bi erêkirina rêjîma Esed bû, rastî rexneyên Amerîka hat.
Amerîka ku operasyonekê birêve dibe li wê navçeyê, çawa dikare rê bide kiryareke wiha bê ku hevrêziyek hebe di vê derabrê de?
Armanca Rûsya ji avêtina van mûşekan çiye? Gelo ew têkbirina Daişê ye an bihêzkirina desthilata rêjîma Esed e.
Cihê Hêzên Sûriya Demukrat di vê terazûyê de li ku ye?
Bernameya Hest û Helwest bi beşdarbûna du mîvanan ronî dide ser van pirsan:
Siyasetmedar Hesen Remzî ku li Qamîşlo dimîne û şîrovekarê siyasî Hisên Omer ku li Belçîka dimîne.
Ji bo guhdarîkirina li bernameyê fayla deng veke