Di demekê de ku nobedariyên hevbeş ên Rûsya û Tirkîyê li dirêjîya rêya M4, li alîyê parêzgeha Idlibê berdewam in, Rûsya di van demên dawîyê de hewl dide ku hebûna xwe ya leşkerî li alîyê rojhilata çemê Firatê biçespîne, wek ku Tirkîyê salekê berê kiribû.
Rûdana herî dawî jî ew bû hewldana hêzeke Rûsî ku bingekê li herêma Eyn Dîwarê ava bike, lê rastî nerazîbûna sivîlan hat.
Ev hewlên Rûsî dibin di demekê de ku Tirkîyê jî dîsa gefan li wê herêmê dixwe û wek caran doza jinavbirina hêzên Kurdî dike.
Hêzên Sûrîya Demokrat û rêveberîya xweser a Bakur û Rojhilata Sûrîyê, ku roj bo roj ji alîyê van herdû hêzan ve têne dorpêçkirin, hêvî dikin ku Amerîka rê li herdu hêzan bigre û nehêle destkefên kurdan têk biçin.
Rûsya ku li ser asta dîplomatîk piştgirîya xwe ji bo mafê Kurdan di Sûrîya siberojê de dide xuyakirin, gelo bi awayekî pratîkî li ser erdê ti plan ji bo Kurdan hene, yan ew wek Kurd dibêjin “dev dosta dil xayîn e”?
Amerîka ku Hêzên Sûrîya Demokrat wek hevalbend ji xwe re dibîne, ta kîjan astê amade ye wan biparêze?
Hilbijartinên Amerîka yên serokatîyê ku li ber derî ne, çi bandor daye ser herêmê û wan fişarên ku ji alîyê Rûsya û Tirkîyê ve dibin?
Bernameya Hest û Helwest bi beşdarbûna du mêvanan ronî dide ser vê mijarê:
Gelo Îsa, endamê serkirdayetiya Partîya Democrat a Kurdî Sûrî ku li bajarê Kobanîyê dimîne û Sîrwan Qiçço, rojnamevanê Dengê Amerîka ku li wîlayeta Virginia dimîne.
Ji bo guhdarîkirina li bernameyê fayla deng veke