Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Parlamanterê HDP'ê Taşçier Hevdîtina Erdogan û Putin Dinirxîne


Erdogan û Putin (Arşîv)
Erdogan û Putin (Arşîv)

Serokomarê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan îro Pêncşemê serdana Moskowê dike û li ser mijara Îdlibê Serokê Rusyayê Vladimir Putin re hevdîtineke taybet li dar dixe.

Erdogan, berî ku here Moskowê got ku ew dixwazin ji hevdîtinê biryara agirbestê jibo Îdlibê derxînin.

Berdevkê Kremlînê Dimtiry Peskov jî di daxuyanîyekê de got ku ew amade ne krîza Îdlibê bi Erdogan re gufgtûgo bikin.

Parlamanterê HDP'ê yê Amedê Îmam Taşçier ji Dengê Amerîka re serdana Erdogan nirxand û got ku Erdogan naxwaze Kurd li Sûrîye bibin xwedîyê statuyeke sîyasî.

“Sûrîye, Rûsya û Îran jî naxwazin Erdogan li Îdlibê bi Selefîyan re bimîne. Erdogan wê jibo agirbestê dem bixwaze û wê li ser Kurdan hesabên ku hene dê bi wan re parve bike," Taşçier got.

KHF_Taşçier_Serdana Erdogan_Moskow
please wait

No media source currently available

0:00 0:05:42 0:00

XS
SM
MD
LG