Civata Bilind ya Radyo û Televîzyonê ya Tirkîyê (RTUK) roja Çarşemê 72 saet dem dabû Dengê Amerîka (VOA), Deutsche Welle û Euronewsê ku serlêdana wergirtina destûrnameya weşanê bikin da ku weşana wan neyê qedexe kirin. Ev biryar jibo weşanên înternetê ye.
Nûnerê Tirkîye yê Rêxistina Rojnamevanên Bê Sînor (RSF) Erol Onderoglu ji Dengê Amerîka re got ku bi biryara dawî RTUK dixwaze bêje ku jibo kontrole amade ye.
“Tevî ku ew biryar weke prosedur xuya dike jî, naveroka çawanîya kontrole, çiqas di çarçoveya azadîya ragihandinê dê bimînin pir girîng e.''
Onderoglu bi bîr xist ku li Tirkîyê di sala 2023an de hilbijartin heye û azadîya ramanê, ragihandinê ne tenê jibo hebûna dezgehên ragihandinê ye.
''Ev nîrx jibo hemî bîragiştî, jibo welatîyan jî pêdivîyeke bingehîn ya xwe îfadekirinê ye. Lewma encama vê biryarê ne tenê jibo sazî û dezgehên ragihandinê ye, di heman demê ewê bandora xwe li ser hemî medyayê bike. Dikare azadîya wê sînor bike û jê re derfet nehêle.''
Onderoglu dîyar kir ku di salên dawî de, RTUK li ser televîzyon û rojnameyên hevrik gelek ceza birîbûn, lê wê di sala borî de ti dezgehên ragihandinê yên nêzî desthilatîyê ceza nekiriye.
“RTUKê 71 caran biryarên cezakirinên cûrbicûr ji kanalên rikeber yên wek Halk TV, Fox TV, Tele 1 û KRT li gelek dezgehên din birîne. Ev cezakirin jî me dixe nav fikaran ku RTUK bi heman helwestê biryaran jibo weşanên dezgehên ragihandina navnetewî jî bide.''
Hêjayî bîrxistinê ye ku RTUK di sala 1994an de hatibû damezrandin û endamên wê ji partîyên sîyasî yên li parlamanê pêk tên. Di rêvebîrîya wê de 5 endamên AKP, 2 CHP, 1 MHP û 1 ji HDP 9 endamên RTUKê hene û jibo derbazkirina biryarekê herî kêm 5 dengan pêdivî ne.
Gelek dezgehên ragihandinê xuya dikin ku dabeşkirina endaman ji partîyan ne temsîlek demokratik e û biryar li gor daxwaza hikûmetê der tê, bandora endamên partîyên opozîyonê jî tene weke sembolîk dimîne.
''RTUKê jibo parastina mafê rexnekirinê, ya mafê hebûna medyayên cuda heta niha ti daxuyanî nedaye. Divê RTUK bi endamên pispor û kesên ku xwedan nêrîn û bawerî, bi azadîya ragihandinê bixebite. Heta ku ev dezgeh mafê ragihandinê wek nirxekî bingehîn nebine û li gor wê biryaran nede, RTUK wê weke sazîyeke dijî azadiyê were dîtin. Loma bi vî rengî RTUK jibo hemî dezgehên mafparêz sedema fikar û gumanan e,'' Onderoglu got.
Li gor rapora RSF, Tirkîye di warê azadiya ragihandinê de, di nav 180 welatên cîhanê de di rêza 151an de cîh digire.