"Li Tirkîyê dema ku tu rojnamevanek Kurd bî, li ser pirsgirêka Kurd nûçeyan çêkî û bînî rojevê, ne hewce ye ku delîlek an sûcek te hebe. Bi navê ‘şahidên veşartî pir bi hêsanî dikarin, sûcên ku me nekirîye bavêjin ser me. Lewma ev ceza jî jibo min ne suprîz e.’"
Rojnamevana Kurd Berîvan Altan, piştî ku 6 sal û 3 meh cezayê zindanê li wê hate birîn, hêstên xwe bi van hevokan re bi Dengê Amerîka re parve kirin.
Tevî Berîvan, heman ceza li 8 peyamhinêrên Ajansan Mezopotamya û JİNNEWS’ê jî hate birîn.
Dadgeha Cezaya Giran ya 4’an ya li Enqerê roja Çarşemê doza 11 rojnamevanên Kurd dît 6 sal û 3 meh cezayê zindanê li Dîren Yurtsever, Berîvan Altan, Hakan Yalçin, Selman Guzelyuz, Emrullah Acar, Deniz Nazlim, Zemo Aggoz, Oznur Deger birî.
Berîvan Altan, 10 sal in di Ajansa Mezopotamya de rojnamevanîyê dike. Di nav xebatên salan de derheqa wê de gelek caran doz vebûne û ew hatiye girtin. Lê, ew di doza dawîn de bi deh hevalên xwe re hate dadgeh kirin û li ser îfadeyên şahidên veşartî û jiber ser nûçeyên xwe hatin darizandin.
Parêzerê rojnamevanan li hember biryarê derdikevin û dosyeya wan dibin Dadgeha Heremî. Lê, Berîvan û hevalên wê bawer dikin ya ku ne ew lê ‘azadîya ragihandinê’ tê ceza kirin.
Berîvan Altan dibêje ku dema wê biryarê bihîstîye qet neheyîrîye.
‘’Ez şok nebûm lê ev jî pirsgirêk e. Dema ku li Tirkîyê bijî, mixabin tu fêrî tiştên wiha dibî.’’
Rojnamevana Kurd dîyar kir ew jî li ser karê xwe ye û heta ew têxin hepsê jî ewê bişixule.
‘’Heps û zindan jibo me ne tirs e. Em dizanin ku em rastîyê tînin ziman, em li ser rêya rastîyê ne, loma jî ev ceza jibo me ne dawîya jînê ye.”
Altan li zanîngehê beşa kîmyayê xwendîye, lê bi Komkujîya Roboskê biryar daye ku bibe rojnamevan.
‘’ Li Tirkîye hemî televîzyonû rojname çavê xwe li komkujîyê girtin. Yên ku vê qirkirinê anîn rojava cîhanê, nûçegîhanên Kurd ên Ajansa Dîcleyê (DIHA) bûn. Min ew roj biryar da ku bibim rojnamevan.”
Nûçegîhanê Ajansa Mezopotamya yê Ruhayê Emrullah Acar jî ji heman dozê hate dadgeh kirin û dadwer 6 sal û 3 meh cezayê zindanê li wî jî birî.
Nûçeyên ku Acar derbarê tecrîda ser rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan çêkiriye û şandina pere jibo hevalê xwe jî weke sûc di îdianameya dozê de cîh girtîye.
“Em dabara xwe ji karê rojnamevanîyê dikin, meaş distînin. Min ji hevalê xwe re pere şandîye, lê ew yek jî weke sûc nîşan dane. Di vê dozê de hewil dane ku me ne wek rojnamevan, lê mîna endamên rêxistina PKK nîşan bidin. Em dabara jîyana xwe jî bi rojnamevanîyê dikin, lê qet behsa belgeyên meaş û sîgorteyan nekirine.’’
Di îdianameya dozê de Acar li ser îfadeya şahidên veşartî hatiye sûcdar kirin.
‘’Di dosyayê de tiştekî berbiçav tuneye, lewma şahidek veşartî kirine nav dosyeyê, lê em dizanin ku di rastîyê de kesekî wusa jî tuneye.’’
DFG: ‘Dixwazin ku Rojnamevanên Kurd Êdî Nikaribin Karên Xwe Bikin.’
Dezgehên ragihandinê li dijî biryara cezakirina rojnamevanan derdikevin.
Komela Rojnamevanên Jinên Mezopotamyayê bi daxuyanîyeke nivîskî cezakirina rojnamevanan şermezar kir û got ku ev ceza ser azadîya ragihandinê gefeke mezin e.
‘’Ne tenê rojnamevanên ku ji vê dozê hatin darizandin di bandora vê biryarê de dimînin. Wusa xuya dike ku ev biryar wê bandora xwe li ser hemî rojnamevanan jî çêke. Jibo ku rojnamevan bi azadî û bê tirs karê xwe bikin, parastina azadîya sitûneke bingehîn e. Ku ne wiha be mafê bidestxistina agahî û zanyarîyên bêalî ya gel jî wê nemîne.’’
Cemîyeta Rojnamevanên Dîcle û Feratê (DFG) jî bi daxuyanîyekê got ku desthilatî bi rêya dadgehan dixwaze rojnamevanan bêdeng bike.
‘Bi taybetî dixwazin ku rojnamevanên Kurd nema bikaribin karên xwe bikin. Ne wusa be, li ser îfadeyên şahidên veşartî û ji nûçeyên ku çêkirine, hevalên me weke ku ew endamên terorê bin, nîşan nedidan. Bi vê biryarê peyam didin rojnamevanan ku dema li ser pirsgirêka Kurd û tecrîdê nûçeyan çekin ewê werin ceza kirin.’’
DFG, ku li ser binpêkirina azadîya ragihandinê her meh raporan diweşîne, di rapora Hezîranê de gotibû ku li Tirkîye 42 rojnamevan girtî ne.
“Dîsa, li dijî 10 rojnamevanan doz hatine vekirin, dozên 83 rojnamevanan hatine dîtin. Herwiha 4 rojnamevan rastî êrîşan hatine û 450 nûçe jî hatine asteng kirin,” raporta DFG gotibû.
Hêjayî balkişandinê ye ku Tirkîye di endeksa azadîya ragihandinê ya Rêxistina Bêsînor ya Rojnamevanîyê (RSF) de di nava 180 welatan de di rêza 158’an de ye.