Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Di Roja Rojnamevanên Ser Kar de Rojnamegerî li Tirkîyê di Rewşeke Dijwar de Ye


Lİ Tirkîyê 10’ê Rêbendanê wek "Roja Rojnamevanên Ser Kar" tê pîroz kirin. Sendikaya Rojnamegerên Tirkîyê (TGS) dibêje ku li gor texmîna wan li Tirkîyê 30 ji sedê hemî rojnamevanan bê kar in.

Di dema Rewşa Awarte de, 116 dezgehên ragihandinê bi Biryarnameyên bi Desthilata Qanûnê (KHK) hatin girtin û 2500 rojnameger karên xwe hindi kirin.

TGS herwiha dîyar dike ku 141 rojnamevan niha li zindanê ne, lê Rêxistina Rojnamevanên Azad jî dibêje ku ev hejmar 171 e.

Rojnamevan Lezgîn dibêje ku di salên 1990'an de rojnameger dihatin kuştin, lê niha rojnamegerî tê qirkirin.

Maşallah Dekak jî dibêje ku li şûna ku rojnamevan nûçeyan bişopînin, ew dema xwe li dadgehan derbaz dikin û ew jî astengîyên mezin li pêş rojnamevanîya azad çêdike.

KHF_01_10_2019_Rojnamevanên_Ser_Kar
please wait

No media source currently available

0:00 0:06:22 0:00

XS
SM
MD
LG