Komela Dîcle û Feratê ya Rojnamevanan, ku bingeha wê li Amedê ye, ragihand ku li Tirkîyê 115 rojnamevan û xebatkarên dezgehên ragihandinê girtî ne.
Hevseroka komelê Dîcle Muftuoglu ji Dengê Amerîka got ku rewşa rojnamegerî li Tirkîyê pir dijwar e û Tirkîye êdî bûye girtîgeheke mezin ya rojnamevanan.
"Di çavê desthilatê de gelek rojnamevanên girtî wek terorîst tê dîtin. Di meha Kanûnê de 5 rojnamevan hatine girtin, 3 hatine binçav kirin.”
Muftuoglu bal dikşîne ku 27 rojnamevan hatine dadgeh kirin û ji 7 rojnamevanan re 18 sal û 11 meh cezayê zindanê hatiye birîn.
Rojnamevanên Bêsînor (RSF) dibêje ku Tirkîye di warê azadîya ragihandinê de di nav 180 welatan de, di rêza 157’an de ye.
RSF bi bîr dixe ku Tirkîye di sala 2002’an de di rêza 99’an da bû.
Hêjayî bîrxistinê ye ku 10’ê Rêbendanê li Tirkîye wek Roja Rojnamevanên ku Dixebitin (Çalışan Gazeteciler Günü) tê pîroz kirin, lê jiber ku di nav çar salan de bi dehan dezgehên medyayê hatin girtine, bi hezaran rojnamevan bê kar mane.