Opozisyona Sûrî doh Çarşemê li Erebistana Saudî dest bi kombûneka sê rojan kir bi armanca amadekirina şandeke yekgirtî bo axaftinên Cinêv ên ku biryar e meha bê bêne lidarxistin.
Nivîskar û şîrovekarê siyasî Hiznî Gedo di hevpeyvînekê de ligel Dengê Amerîka behsa van kombûnan kir.
“Reşnivîsa kongreya niha ya Riyadê berê hatiye nivîsandin û biyar berê hatine dayîn.Tiştek di destê opozisyonê de nîne, ew hemî di bin destê hêzên herêmî û navnetewî de ne.”
Gedo ku li Erebistana Saudî dimîne, bal kişand ser beşdarbûna kesayetiyên Kurd di van kombûnan de û got ew ne wek nûnerên Kurdan beşdar in, lê wek kesayetiyên serbixwe li wir in.
Ji bo guhdarîkirina li hevpeyvînê fayla deng veke