Netewên Yekbûyî (NY) di 1989'an de Peymana Mafê Zarokan qebûl kir û 20'ê Mijdarê jî wek roja Mafê Zarokan dîyar kir.
Tirkîyê di 1990'an de ev peymana NY îmza kir, lê xala peymanê ku dibêje ‘Her zarok divê xwedîyê azadîya mafê çand û zimanê xwe be’ li derveyê imzayê hişt.
Komelaya Mafê Mirovan (İHD) ya şaxa Dîyarbekirê raporek belav kir û da zanîn di nav 10 salan de li bajarê Kurdan 228 zarok di şer û pevçûnan de hatine kuştin.
Di rapora İHD' ê hate ragihandin ku '64 zarok bi çeken leşker û polêsan, 62 zarok bi peqemenîyan hatine kuştin.'
Parlamenterê CHP yê Sezgîn Tanrikulu jî bo roja Mafê Zarokan raporeke belav kir.
Li gor vê raporê, li Tirkîyê di nav 10 mehan de 27 zarok hatine kuştin.
Li ser rewşa zarokên Tirkîyê û cîhanê çend pêzanînên balkêş ji rapora Tanrikulu bi wî rengî ne:
Li girtîgehên Tirkîyê 1170 zarokên hene, li 426 zarokan ceza hatiye birîn.
Di nav sala 2021'an de li 23 zarok hatine êşkence kirin.
Li gor lêkolîna Komela Mafê Penaberan, li Tirkîyê 4 milyon penaber hene û 1 milyon 764. 863, yan ji sedî 47'ê wan zarok in.
Li gor lêkolînên li ser karkeran, di nav heşt salên dawî de li Tirkîye 513 zarok dema li ser kar bûne jiber qezayan mirine.
Raporên dezgehên mafê mirovan destnîşan dikin ku ji sedî 46'ê sucên zayendi dijî zarokan pêk tê.
Her wiha li Tirkîyê , di navbera salên 2014 -2017'an de, destdirêjê dijî 59.284 hatîye zarokan hatiye kirin.
Pêzanînên Cîhanî:
Li gor daneyên UNICEF'ê li cîhanê 862 milyon mirov pir hejar in ku di nav wan de 385 milyon kes zarok in.
UNICEF dibêje jiber krîza jingehê heya sala 2040'an, ji 4 zarokan yek dê ji ava paqij bêpar bimîne.
Dîsa li gor van daneyan 262 milyon zarok ji perwerdehîyê bêpar in.
Dezgeha ‘Girls Not Brides’ jî di lêkolînên xwe de destnîşan dike ku li cîhanê 650 milyon jin û zarokên keç yên ji 18 salî biçûktir, hatine zewicandin.
Her sal 12 milyon zarokên keç hê nabin 18 salî, dizewicin.
Komîteya Bilind ya Penaberan ya NY (UNHCR) jî dîyar kir ku di 2019'an de 71 milyon mirov aware bûne ku di nav wan de 31 milyon zarok hene.
13 milyon zarok jiber şer û pevçûnan mecbur mane welatê xwe biterikînin.
Dezgeha 'Lost in Europe' ku li ser mafê penaberan kar dike, di lêkolinên xwe de gehîştîye wê encamê ku di nav salên 2018 û 12019'an de, 440 zarok û ciwan li ser rêyên Ewrupa jîyana xwe jidest dane.
Raporên ILO jî destnîşan dike ku li cîhanê 152 milyon zarokên karker hene.
Hûn dikarin tevahîya raporê ji ser lînka jêr gohdar bikin.