23'ê Nîsanê roja vekirina parlamentoya Tirkîyê ye û ev roj wek Cejna Zarokan jî hatiye pejirandin.
Tevî ku Tirkîye tekane dewlet e ku cejnek dîyarîya zarokan kiriye, raporên curbicur nîşan didin ku rewşa zarokan li vî welatî xirabtir dibe.
Parlameaterê Partîya Gel ya Komarî (CHP) Sezgîn Tanrikulu li ser rewşa zarokên Tirkîyê raporeke berfireh amade kir.
Navê rapora wî ‘Li Tirkîyê Zarok’ e û li gor wê raporê nêzî 19 mîlyon zarok li Tirkîyê hene û di 2019'an de 720 hezar zarok jibo dabara malbata xwe bikin bi neçarî dişixulin.
Rapor dide zanîn ku temenê % 79 ji wan zarokan navbera 15-17 salî, % 15’ê ji 12-14 salî, % 4ê wan jî 5-11 salî ne.
Ji % 70'ê wan zarokên kur în in, ji % 29'ê wan jî keç in. Ji % 34’ê kuran, ji % 34'ê keçan jî naçin dibistanê.
Li gor raporê ewlehî û tendirûstîya kar di sala 2020'an de 68 zarok dema şuxlê de mirine. 22 ji wan zarokan, ji 14 salan biçûktir bûne. 46 kes jî temenê wan di nav 14 û 17 salan da bûne.
Lê, li gor raporan, 6 milyon zarok li Tirkîye ji perwerdeya onlaynê bêpar mane.
Daneyên destdirêjîya ser zarokan jî di nav raporê de cî girtîye.
Li gor raporê di nava salên 2014-17'an de destdirêjî ser 59 hezar û 284 zarok hatine kirin ku ji wan 51 hezar û 818 zarokên keç bûne.
Di 2020'an de herî kêm li destdirêjê ser 265 zarokan bûne. Ev hejmar di sê mehên îsal de 41'in.
Zewaca zarokan jî ji sedî 13,6 li Agirî, ji sedî 13 li Muşê, ji sedî 10 li Qersê zêde ye. Herî kêm jî bajarên Dersîm, Rîze, Bayburt in.
Li gor raporê 2020'an de 26 zarok bi deste meran hatine kuştin. 2 zarok pêl mayinan kirine, wesayîta polêsan li zarokek qelibîye.
Di Rapora Tanrikulu de hatiye gotin ku niha li li girtîgehan di navbera 12- 17 salî, nêzî 3 hezar zarok girtî ne.