Îro Sêşemê li gundên Qoserê, Taşlica û Otluk di teqînek de 2 sivil hatin kuştin, 12 kes birîndar bûn.
Qosera Mêrdînê li ser sînorê Sûrîye ye û beramberê Direbsîye û Qamişlo ye.
Walîtîya Mêrdînê di daxuyanîyek de dibêje ku roket û havan li ji alîyê Sûrîye hatine avêtin.
Lê Partîya Demokratîk ya Gelan (HDP) li dijî van îdiayan derdikeve.
HDP li Ruha û Mêrdînê jibo xelqên sivîl navendên krîzê ava kir, lê bi biryara Wezareta Karê Navxweyî destûr nehat dayîn ku parlamenterên HDP’ê derbazî Nisêbînê bibin.
Parlamentera HDP’ê ya Mêrdînê Pero Dundar, ku ji Nisêbînê ye û malbata wê jî li wir dijî, dibêje ku nahêlin ew serdana malbata xwe bike.
“Qedexeyeke nivîskî tuneye lê biryar ya Wezareta Navxwe ye û hecet jî ewlehî ye Gelê Nisêbînê dibêje ku her du peqînên Nisêbînê ji qereqolên Tirkîye hatiye kirin. Li ser bermahîyên peqemenîyan nîşanên Tirkîye hebûne, lê pir bi zanebûn bombeyan davêjin nav gel."
Hêjayî gotinê ye ku ji destpêka operasyona Tirkîye heta sêşemê li gundên Qoserê 2, li navça Nisêbînê 12, li Akçakaleya Ruhayê jî 6 sivil di encmaa teqînan de hatin kuştin.
Li gorî agahîyên fermî 170 sivîl jî birindar bûne.