Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Çavdêr Dibêjin li Sûrîyê Rewşa Rojnamevanîyê Sal bi Sal Xirabtir Dibe


Rêxistina Rojnamevanên Bê Sînor ya navnetewî (RSF) dibêje ku Sûrîyê yek ji welatên herî xirab e jibo azadîya ragihandinê.

RSF di raporta xwe ya salane de, ku îro di Roja Azadîya Ragihandinê ya Cîhanê de belav kir, dibêje ku Sûrîyê di rêza 179’an de ji nav 180 welatên di raportê de cih digire.

Raporta RSF’ê ya 2024’an diyar dike ku rejîma Şamê ragihandinê wekî alaveke belavkirina îdyolojîya Partîya Be’is bikar tîne û rê nade pirrengîya rojnamegerî li welêt peyda bibe.

Di raporta 2023’an de Sûrîyê di rêza 175’an de bû, anku ji par heta îsal asta azadîya ragihandinê li welêt bi awayekî berçav xirabtir bûye.

Cuma Akaş, nûçegihanê Televîzyona El Erebiya ya Saudî li Qamişlo, dibêje roj bi roj rewşa rojnamevanîyê li Sûrîyê bi tevahî xirabtir dibe.

“Rast e dengê şer di herdu salên dawî de heta radeyekê kêm bûye, lê hîn hemû alî azadîya ragihandinê binpê dikin,” Akaş ji Dengê Amerîka re got.

Di encama şerê navxweyî li Sûrîyê, welat bi awayekî defakto êdî bûye sê beş. Beşa mezin di destê rejîma Sûrî de, beşek jî di destê hêzên Kurdan de ye û beşekî biçûk jî di destên komên çekdar yên opozisyonê de ye ku piranîya wan ser bi Tirkîyê ve ne.

“Asta azadîyan li hemû deverên kontrolê li Sûrîyê ya herî nizim e. Alîyên desthilatdar dixwazin him bi şêweyên qanûnî û neqanûnî qada ragihandinê kontrol bikin. Vê yekê jî hiştiye ziyan li gihandina agahîyê bike. Wekî mînak, rojnamevanên deverên rejîmê nikarin deverên opozisyonê û yên Kurdan bişopînin. Wilo jî rojnamevanên li her du deverên din,” rojnamevan Akaş dîyar kir.

RSF di raporta xwe de dibêje ku jiber nebûna jîngeheke vekirî jibo ragihandina azad, gelek kes êdî xwe wekî çalakvanên ragihandinê dibînin û platformên medyaya civakî wekî dezgehên ragihandinê bikar tînin. Vê yekê jê, li gor raportê, hiştîye ku her kesek bi rêya xwe rastîya li ser erdê bişopîne.

Çavdêr dibêjin, niha rejîma Sûrî hewil dide ku wê yekê jî kontrol bike.

“Niha rejîma Sûrî yasayeke nû amade dike ku wê bitir astengîyan deyîne ser şêweyên belavkirina agahîyan ser malperên medyaya civakî, bi taybet jiber ku niha ev platform êdî bûne cihê belavkirina nûçe û agahîyan,” rojnamevan Ebdilhelîm Silêman ji Dengê Amerîka re got.

Di sala 2021’ê de, hikûmetê qanûneke tawanên elektronî derxist ku rê dide desthilatdaran rojnamevanan li ser tawanên “belavkirina nûçeyên sexte yên ser înternetê ku ziyanê digihînin navûdengê welêt.”

Di sala 2022’an de hinek xalên din li wê qanûnê hatin zêdekirin ku çavdêr dibêjin bêtir astengîyan datînin ser çalakîyên bikarhênerên malperên medyaya civakî.

Jiber ku li Sûrîyê niha sê herêmên bi sê desthilatên cuda hene, çavdêr dibêje li her herêmekê rewş û çandeke taybet ya ragihandinê derketîye holê.

“Eger mirov rewşa ragihadinê li her sê deverên kontrolê li Sûrîyê rêz bike, ewê devera rejîmê ya herî xirab e. Li dû wê devera opozisyonê. Em nikarin bêjin ku rewşa azadîya ragihandinê li deverên Kurdan gelekî baş e, lê guman di çarçoveya Sûrî de ew ya herî baş e,” rojnamevan Akaş got.

Rojnamevan Silêman jî dibêje, tevî ku deverên Rêvebirîya Xweser bi çend pileyan ji deverên din yên Sûrîyê çêtir in, lê bi giştî ragihandina li wî welatî ne azad e.

"Li Bakur û Rojhilata Sûrîyê “qanûneke pêşketî” ya ragihandinê hatiye danîn, lê di warê praktîkê de bi tevahî nehatiye cîbicîkirin," Silêman got.

XS
SM
MD
LG