Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Herî Kêm 30 Zarokên Ku Pêşwext Jidayîk Bûne Ji Nexweşxaneya Sereke Ya Gazayê Hatin Derxistin


Herî kêm 30 zarokên ku pêşwext jidayîk bûne roja Yekşemê ji nexweşxaneya sereke ya Gazayê hatin derxistin û dê bo Misrê bên veguhestin, karbidestên saxlemîyê yên Filistînî got, di demekê de ku bi dehan nexweşên din ên bi giranî birîndar li wir asê mane, çend rojan piştî ku hêzên Îsraîlî ketin nav nexweşxaneyê.

Çarenûsa zarokên nûbûyî yên li Nexweşxaneya el Şîfa bala cîhanê kişandibû piştî belavkirina wêneyên ku nîşan didin pizîşk hewl didin wan germ bikin.

Ji ber qutbûna elektrîkê, amûr û alavên pêwîst ji kar ketin. Xwarin, av û pêdiviyên pizîşkî qediyan, di demekê de ku hêzên Îsraîlî li derveyî nexweşxaneyê şerê mîlîtanên Filistînî dikirin.

Tîmeke Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanî (WHO) ku roja Şemiyê serdana nexweşxaneyê kir got 291 nexweş hîn li wir in, di nav wan de 32 zarok di rewşeke pir xerab de ne.

Berdevkê Wezareta saxlemiyê Medhat Abbas derxistina 30 zarokan piştrast kir.

Xizmeta rizgarkirinê ya Heyva Sor a Filistînî ragihand ku wê 31 zarok bi hevrêzîya li gel saziyên Neteweyên Yekbûyî derxistine.

Wê got ku ew ê bên veguhestin bo nexweşxaneyek ku li bajarê sînorî yê Rafahê yê Misrê, ji hêla Mîrgehên Ereb ên Yekbûyî ve tê rêvebirin.

Ti şîroveyeke bilez Ji hêla WHO ve nebû, û ne diyar bû ku hemî zarok hatine derxistin an na.

Çavkanî: AP

XS
SM
MD
LG