Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hizbullah A Îraqê Dibêje Armanca Êrîşan Ew E Ku "Amerîka Derînin"


Milîsên Îraqî Ketaîb Hizbullah(KH), ku hêzeke çekdar a hêzdar e û peywendîyên wê yên nêzîk bi Îranê re hene, cezayên Amerîkî yên li ser girûpê ji ber êrîşên li dijî hêzên Amerîkî li Îraq û Sûrîyayê pûç kirin û roja Şemîyê got ku êrîşên bi vî rengî armanc ew e ku "dijmin derînin".

Amerîka roja Înê ceza li dijî çend endamên KH û milîsên Şîa yên din ku Îran piştgirîya wan dike û sekreterê giştî yê wê sepandin, bi tawana beşdarbûna wan di êrîşên li dijî Amerîka û hevkarên wê li Îraq û Sûrîyê de.

Amerîka Îran û komên milîsên ku ew piştgirî dide wan bi zêdetirî 60 êrîşan tawanbar kir ji nîvê Cotmehê ve, di demekê de ku girjiya herêmî li ser şerê Îsraîl û Hamasê, ku di 7ê Cotmehê de dest pê kir bilind bûne.

Daxuyaniyek li ser Telegramê ji hêla Ebû Elî El-Eskerî, karbidestekî ewlekarîyê di girûpê de, roja Şemiyê ew ceza wek "pêkenîn" wesif kir, û got ku ew tedbîr dê bandorê li operasyonên girûpê neke.

Di nav wan kesên girêdayî Kataîb Hizbullah de ku roja Înê hatin armanckirin, endamekî desteya biryardanê ya sereke ya girûpê, berpirsê wê yê karên derve, û fermandarekî serbazî ku Xezîneyê got ligel Pasdarên Şoreşa Îranê kar kiriye, ji bo perwerdekirina şervanan.

Wezareta Derve ya Amerîkayê herwiha grûpa milîsên Ketaîb Seyîd el-Şuheda û sekreterê wê yê giştî Ebû Ala el-Welayî weke terorîstên cîhanî yên taybet bi nav kir.

Amerîka 900 serbazên xwe li Sûrîyayê, û 2,500 leşkerên din li Îraqê hene, bi erkeke ku ew dibêje rawêjkarî û alîkarîya hêzên xwecihî ye ku hewl didin pêşî li vejîna Dewleta Îslamî bigirin, ku di sala 2014an de beşên mezin ji herdu welatan bi dest xistibûn, lê paşê hat têkbirin. .

Komên milîsan li Îraqê êrîşên vê dawiyê li ser bingehên Amerîkî, bi piştgirîya Washingtonê ji Îsraîlê re di şerê wê yê li ser Gazayê ve girê didin, û dibêjin divê Amerîka piştgirîya êrîşa Îsraîl rawestîne, eger ew dixwaze êrîş rawestin.

Çavkanî: Reuters

XS
SM
MD
LG