Partîya Demokratîk ya Gelan (HDP) di salevgera 23'ê ya anîna Abdullah Ocalan ya Tirkîyê de, îro Sêşemê li Amadê jibo şermezarkirina girtina wî hewl da ku daxuyanîyeke bide.
Lê, hezên ewlekarîyê destûr neda ku ew çalakîya HDP'ê pêk were.
Rêberê Partîya Karkerên Kurdistan (PKK) Abdullah Ocalan 23 sal bere di 15'ê Sibatê de li Kenyayê di encama operasyoneke navneteweyî hate girtin û piştre hate radestkirinê Tirkîyê.
Ocalan, ji sala 1999'an vir ve li Girtîgeha Îmraliyê girtî ye û di şertên tecrîdê de dimîne.
HDP girtina Ocalan wek ‘komployeke navneteweyî ya sîyasî’ bi nav dike.
HDP'ê xwest ku îro li qada Derîyê Çîyê ya Amadê bi armanca şermezarkirina girtina Ocalan daxuyanîye bide.
Lê, qada Derîyê Çîyê ku HDP'ê wê kom biba, ji hêla polîsan ve hate dorpeç kirin û wan rêkên hemi kolanên ku li qadê vedibin girtin.
Berdevika HDP'ê Ebru Gunay, çend parlementerên din yên HDP'ê û komeke endamên partîyê ketin qadê.
Lê, hêzên ewlekarîyê destûr neda kesên din yên ku xwestin tevlî daxuyanîyê bibin, derbazî qadê bibin.
Gunay û kesê bi wî re li qadê daxuyanîyeke kurt da.
'' Polîsan çar alîye qadê girtîne, tevahîya me kirine bin tecrîdê. Ev dimena îro kurte çîroka 23 salan ya sîyaseta tecrîd û şer ya desthilatdarîyê ye. Desthilatdarî ya AKP û MHP’ê hebûna xwe bi polîtîkayên şer û tecrîdê didomîne. Ew li hember çareseriya pirsgirêka Kurd, li rex tecrîdê disekinin, '' Gunay got.
Hêjayî gotinê ye Komîsyona Ewrupa û Destura Bingehîn ya Tirkîyê tecrîde wek êşkencekirinê qebûl dikin.
Komîteya Pêşîgirtina Êşkenceyê (CPT) ya Ewrupa di 2016 û 2018'an de di derbarê rewşa Ocalan du raport amade kiribû.
CPT'yê di wan raportan de bal kişand ser binpekirinên mafên şertên Ocalan yên li Girtîgeha Îmraliyê.
Rexistinê da zanîn ku divê Ocalan û girtîyên din yên li wê girtîgehê, karibin mafên xwe yên hevdîtina rekûpêk ya bi malbat û parêzerên xwe re bi kar bînin.
Hevdem, CPT'yê bi armanca başkirina şert û mercên li Girtîgeha Îmraliyê jî hin pêşnîyar li dewleta Tirkîye kir.
Konseya Ewrupa jî di 2019'an de, di derbarê tecrîda li ser Ocalan pêşnîyarên xwe ragihand.
Herwiha, Dadgeha Mafê Mirovan ya YE jî cezayê giran yê hetahetayê yê li Ocalan hatîye birîn, bibîr xist û got ku '' astengkirina mafê berdana bi şert ya Ocalan, dijî peymana mafê mirovan ya Ewrupayê ye. ''
Hêjayê bîrxistinê ye ku hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven, di 2018'an de bi daxwaza dawîkirina tecrîda li ser Ocalan heft mehan çalakîya greva birçîmayînê kir, ev çalakî li girtîgehan belav bû û 200 rojan berdewam kir.
Di encamê de, di 2'ê Gulana 2019’ an de bi destûra taybet ya Wezareta Dadê ya Tirkîyê, piştî 8 salan (27 Tîrmeh 2011) cara yekê 2 parêzaran serdana Ocalan kirin.
Parêzerên herî dawî di 7'ê tebaxa 2019'an de Ocalan ditîbûn.
Ji 27'ê Nîsana 2020'an vir de jî nayê hîştin ku ne malbata wî ne jî parêzer serdana wî bikin.
Mafê axaftinê bi telefonê ya cara yê di 27’ê Nîsana 2020’an de ji Ocalan re hat dayîn.
Sala borî dema ser rewşa saxlemîya Ocalan nîqaşên berfireh hatin kirin, destûr hat dayîn ku ew 25'ê Adara 2021'an de bi telefonê bi birayê xwe Mehmet Ocalan re biaxife.
Hun dikarin tevahîya raportê li ser lînka jêr gohdar bikin.