Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Pizîşkiyan Amadebûna Xwe ji bo "Diyaloga Avaker" bi Yekîtiya Ewropayê re Eşkere Dike


Serokomarê Nû yê Îranê Mesûd Pizîşkiyan
Serokomarê Nû yê Îranê Mesûd Pizîşkiyan

Serokomarê nû yê Îranê Mesûd Pizîşkiyan îro Şemiyê di nameyekê de ku di rojnameyeke herêmî de hat weşandin, amadebûna xwe ji bo destpêkirina "diyalogeke avaker" bi welatên Ewropayê re nîşan da.

Pizîşkiyan di rojnameya 'Tehran Times' de nivîsî û got: “Ez hêvîdar im ku bi welatên Ewropî re bikevin nav diyalogeke avaker, ji bo ku têkiliyên me li ser rêyeke rast bên meşandin.

Pizîşkiyan di heman gotarê de got ku divê Amerîka bizane ku Îran teslîmî fişaran nabe, û di heman demê de tekez kir ku welatê wî "hewl nade ku bibe xwedî çekên navokî".

Pizîşkiyan di gotara xwe ya bi sernavê "Peyama min ji bo cîhana nû" de wiha got: "Amerîka divê bo yekcarê û heta hetayî rîyalîtê fam bike, ew jî ewe ku Îran li hember zextan serî natewîne û dê neke jî. Û bawermendiya berevaniya Îranê çekên navokî li xwe nagire."

Li gorî Reuters'ê Pizîşkiyan, niştergerê dil yê 69-salî, soz da ku siyasetek derve ya pratîkî bimeşîne, aloziyên li ser danûstandinên bernama navokî kêm bike yên ku niha rawestandîne, yên bi hêzên mezin re ji bo vejandina peymana navokî ya 2015', û perspektîfên lîberalîzma civakî û pirdengîya siyasî baştir bike.

Lê gelek Îranî bi şiyana wî ya cîbicîkirina sozên xwe yên helmeta dema hilbijartinan guman dikin, ji ber ku her tişt di destê Rêberê Bilind, Alî Xamineyî de ye, ne serokomar, ku desthilata herî bilind li Tehranê rêberê olî birêve dibe.

Li gorî medyaya fermî ya Îranê Pizîşkiyan dê di destpêka meha Tebaxê de li pêş Civata Şûra sûnda destûrî bixwe û bibe nehemîn serokomarê Îranê.

Ajansa fermî ya Îranê "IRNA" li ser zarê endamê desteya serokatiyê li parlemanê Mucteba Yûsfî ragihand ku "Merasima destbikarbûna serokomar dê di rojên çar û pêncê meha Tebaxê de birêve biçe" û "di nava 15 rojan de ewê destnîşan kirina wezîran bo wergirtina pêbaweriyê encam bide."

Ev hilbijartina pêşwext pêkhat piştî ku Serokomarê koçkirî Îbrahîm Raîsî yê ku di 19ê Gulanê de di encama qezayeke helîkopterê de hat kuştin, û di nava rewşa nerazîbûna gel de, bi taybetî ji ber xirabûna rewşa aborî ya bi sedema dorpêçên navneteweyî yên li ser wî welatî.

Biryare merasîma sondxwarinê were lidarxistin, piştî ku Pizîşkiyan erêkirina fermî ya Xamineyî werdigire.

Jêder Reuters/Alhurra

XS
SM
MD
LG