Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Şirove: Siyaseta Derve ya Îranê di Serokatîya Pizîşkiyan de


Serokomarê Îranê yê Hilbijartî Mesûd Pizîşkiyan
Serokomarê Îranê yê Hilbijartî Mesûd Pizîşkiyan

Piştî serketina Mesûd Pizşkiyan di hilbijartinên pêşwext yên serokomariya Komara Îslamî ya Îranê de, çendîn pirsiyar li ser siberoja Îranê tên kirin. Siyaseta derve ya wî welatî yek ji pirsên pêşîne.

Di helmeta xwe ya hilbijartinan de li ser siyaseta derve, berevajî hevrikê xwe Seîd Celîlî ku li dijî her diyalogê bi Rojava re bû, Pizîşkiyan got ku ew dê hewil bide têkiliyên bi rojava re baştir bike.

Wî got, rakirina astengên li pêşiya siyaseta derve ya Îranê ya her' giring vejandina rpeymana navokî ya sala 2015`an e. Wî got ku "Divê peymana navokî were zindîkirin, eger ev mijar neyê çareserkirin, axiftin ser çareseriyan tenê di çarçovê gotinê de bimînin."

Lê heta niha ti serok yan berpirseke rojavayî bertekek erênê nîşana soz û hilbijartina Pizîşkiyan nedaye. Lê di dema hilbijartina Hesen Rûhanî de weha nebû, gelek welatan pîrozbahî li wî kirin.

Heya niha girîngtirîn reaksiyona erênî li ser serkeftina Pizîşkiyan tenê posta Nebîla Mesralî, yek ji berdevka siyaseta derve ya Yekîtiya Ewropayê bû, ku li ser tora X'ê pîrozbahî li Mesûd Pizîşkiyan kir û got: "Em amade ne di çarçoveya siyaseta derve ya YE serederiyê ligel hikûmeta nû ya Îranê bikîn."

Waşîngtonê heta niha bi sar û nerênî bertek nîşan daye û gotiye, ew li bendê ne ku piştî hilbijartina Mesûd Pizîşkiyan wek serokomarê nû guhertinek di reftarên Îranê de çêbibe.

Berdevkê Encumena Ewlekariya Neteweyî ya Qesra Spî John Kerby roja Duşemê ji rojnamevanan re got ku hikûmeta Îranê hîn jî piştgirî dide "komên terorîst" yên wekî Hizbullahê, Hamas û Hûsiyan.

Leyla Mirwetî, şirovekara siyasî û peyamnêra Ajansa Nûçeyan a Mukriyan
Leyla Mirwetî, şirovekara siyasî û peyamnêra Ajansa Nûçeyan a Mukriyan

Lêkolera zanistên siyasî û pispora karûbarên Îranê li Fînlandiya Dr. Leyla Mirweî, ji Dengê Amerîka re derbarê sarîya helwesta welatên rojava ya hilbijartina Pizîşkiyan got: "Rastiya ku serkirdeyên rojavayî Pizîşkiyan heta niha pîroz nakin, nayê wê wateyê ku rojava naxwaze di siberojê de bi Îranê re hevkariyê bike."

Wê got "Di mirina Reîsî de ku ji aliyê gelek kesan ve weke yek ji tundrewên Îranê dihat naskirin û navê qesabê Tehranê li wî kirbûn, lê dîsan jî gelek rayedarên rojavayî û Neteweyên Yekbûyî bo mirina wî sersaxî xwestin."

Temamiya şiroveyên Lêkolera siyasî Leyla Mirwetî di fayla deng de guhdarî bikin.

Mijara Rojê - Siberoja Îranê Piştî 4 salên Din yên Hilbijartina Serokomarê Nû.mp3
please wait

No media source currently available

0:00 0:24:59 0:00
XS
SM
MD
LG