Li Amedê xwedîyê Pîne Kafe, Ramazan Şîmşek piştî biryar xizmetên bi zimanê Kurdî, ji alîyê komên nîjadperest ve wek armanc hatibû nîşandan.
Şîmşek dû re hatibû desteser kirin û dadgehê biryara girtina li malê dabû û ev du meh in ku li mala xwe bi kelemçeya elektronîk cezakirî ye.
Helbestvan Selîm Temo jibo piştgirîya Şîmşek û jibo ku dengê xwe li ser helwesta dijî zimanê Kurdî bilind bike, li Pîne Kafe bernameyek taybet li dar xist.
Temo di wê bernameyê de helbestên xwe xwendin û pirtûkên xwe îmza kirin.