Hunermenda Kurd ya Operayê Pervîn Çakar, kilam û stranên Kurdî yên ku êdî wek klasîk tên nas kirin, bi şêweya operayê pêşkêşî guhdarên Kurd û cihanê dike.
Albuma bi navê ‘’Bîhna di Nav Du Çeman de’’ di renge arşîva çanda kevnar ya bîra gelen Mezopotamya de ye.
Pervîn Çakar albuma xwe li Ada Muzikê tomar kiriye û hunermendê Ermenî Ertan Tekîn bi dûdûka xwe, yê Tirk Dengîn Ceyhan jî bi pîyanoya xwe dibin rengên albûma Pervîn Çakar.
Bîhna di Nav Du Çeman de, ji pênc kilaman pêk tê; digel zaravên Kurmancî û Zazakî û herwiha kilamên bi zimanê Ermenî, Asurî jî din av albuma Pervîn Çakar da hene.
‘’Heyran Jaro’’ kilama yekê ya albuma Bîhna di Nav Du Rûbaran da ye ku demek bere weke singel hatibû weşandin.
Kilama Heyran Jaro, heyranokek navdar ya gele Zaxo û Şirnexê ye û dengbêj Fadilê Cizîrî jî bi şêweya xwe gotiye.
Sopranoya Kurd, Pervîn Çakar jibo guhdarên Dengê Amerika behsa berhema xwe ya nû kir û got Heyran Jaro dişibe şêweya Muzika Barok û wê ev kilama xwe şandiye bo muzîkjenên muzika Barokê çêdikin, û wan ev kilam pir ecibandine.
Hun dikarin li ser lînka jêr tevahîya raportê guhdar bikin.