Burhan Sonmez endamê PENê bû û digel wî, Gioconda Belli, Ben Okrî jî namzed bûn.
Cara pêşî ye kurdek û nivîskarek ji Tirkiye dibe serokê PENê. Burhan Sonmez Kurdek Anatolia Navîn e ku di sala 1965an de li navça Haymana ya Konyayê jidayîk bûye.
Piştî ku li Zanîngeha Stembolê beşa hiqûqê xelas kir salên dirêj li Brîtanya jîya. Burhan Sonmez di roja Nivîskarên Girtî de vîdyoyek bi Kurdî belav kir û di wir de behsa qedexeya li ser Kurdî kir.
5 romanên wî û gelek çîrokên wî hene. Ew xwedîyê gelek xelatên navnetewî ye.
PENa Kurd jî di salên 1990an heya niha endame di PENa navnetewî de û yek ji navendên çalake di PENa navnetewî de, derbarê hilbijartina Sonmez weke serokê nû yê PENa navnetewî, PENa Kurd weha nivîsand "Nivîskarê Kurd Bûrhan Sonmez bû serokê PENa Navnetewî. Di 87emîn Kongreya PENa Navnetewî de(20-24.09.2021), hem pîrozbahiyên sedsaliya PENa Navnetewî hebûn, hem jî ji bo serokatî û hin wezîfeyên din hilbijartin çêbûn. Ji bilî Sonmez, ji bo serokatiyê ji Nîkaragua Gioconda Belli û ji Nîjerya Ben Okri jî namzet bûn. Seroka berê nivîskara Meksîkî-Amerîkî Jennifer Clement, di xelaseka kongreyê de serokatî dewrî Bûrhan Sonmez kir. Em wek PENa Kurd bi dil û can wî pîroz dikin û serkeftinê jê re dixwazin."
PENa Navnetewî di malpera xwe ya fermî de cih da nûçeya hilbijartina nivîskarê Kurd Burhan Sonmez weke serokê nû yê PENa Navnetewî.
PENa Amerîkî jî derbarê Burhan Sonmez de nûçek weşand û ragihand ku Sonmez bûye serokê xûla nû ya PENa navnetewî.
Sonmez sala 2011ê xelatê edebî yê Sedat Simavi wergirt, ew niha waneyên derbarê teorîyên edebiyatê dide li zaningeha Rojhilata Navîn ya Teknîkê.
Romana wî ya herî dawî Îstanbul Îstanbul li bihara îsal ji weşanxana OR derket.