Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hevşaredarên Pasûrê Piştî Sê Mehan Hatin Berdan


Hevşaredarên Pasurê, Fatîh Taş û Fatma Ay, ku bi hebûna girêdana bi peqîna ser rêya gundekî Pasurê ve dihatin sûcdar kirin, hatin berdan.

Di 12’ê îlonê de li ser rêya Agaçlar, di dema derbazbûna mînîbusekê de bombeyeke ku li rê hatibû çandin peqîya û 7 qorîcî hatin kuştin, 10 kesên din jî birîndar bûn.

Li ser îfadeya du şahidên nepenî, Taş û Ay, xebatkarekî şaredarîyê, serokê HDP’ê yê Pasûrê Abîdîn Karaman û xebatkarê HDP’ê Emîn Ay bi îdiaya hebûna têkîlîya bi wê peqînê hatibûn girtin.

Di 15’ê îlonê de jî jiber ku derheqa wan de doz vebûye, hevşaredarên Pasûrê bi biryara Wezareta Karê Navxweyî jikar hatin dûrxistin û li şûna wan qeymeqam hat erkdar kirin.

Dadgehê di rûniştina pêşî de her pêncan jî bi şertê kontrola dadwerî tahlîye kir.

HDP’ê di hibijartina 31’ê Adarê de 69 şaredarîyan bi dest xistibû, lê heta neha bi biryara Wezareta Karê Navxwe 3 bajarvanîyên mezin jî di nav de li ser 27 şaredarîyan qayum hat danan.

KHF_Radyo_Hevşaredaren_Pasur_Berdan
please wait

No media source currently available

0:00 0:01:54 0:00


XS
SM
MD
LG