Bi hevkarîya Komela Wêjekarên Kurd û Komela Lêlolînên Ziman (Medder) li Amedê Kargeha Nivîskarîya Afirîner destpê kir.
Jibo kargehê nivîskar Dîlawer Zeraq, Omer Dilsoz, Yildiz Çakar, Sîdar Jîr, Lal Laleş û Şêxo Filîk wê li ser teroîya ziman û niviskarîyê şeş hefte dersan bidin.
Dersa yekê ya nivîskar û lêkolîner Dîlawer Zeraq bû û ku mijara wê jî ramana ziman bû.
Têgeha nivîskarîya afirîner çi ye, mamostê kargehê Zeraq bersîva wê da û dîyar kir ku afirînera ku tê qal kirin hem afirandina zimanê taybet e hem jî afirandina vegotinek e taybet e.
‘’Ev ne vegotina çîroka devkî ya di nav gel de ye. Folklor ango çîrokên gelerî jî afirandin in, lê ew bi devkî hatine afirandin. Tevî ku heman çîrok e, li gelek deveran guherîye. Lê, afirenerîya nivîskî ya wêjeyê carek tê afirandin û hew bi wî rengê tê afirandin. Jiber ku careke din ti kes nikare bi wî rengî bi heman awayî biafirîne. Taybetîya wê afirînerîyê di wê yekcarekbûnê de dihewe. Ew yekcarekbûn wê dike wehewaneke, kiraseke taybet.’’
Hevserokê Komela Wêjekarên Kurd, Rêdûr Dîcle jî dibêje ku dema wan dest bi xebat kiriye li ser pirsa ‘Ewê çawa wêjeya Kurdî berbiçav bikin’’ sekinîne û li ser pêdivîyê nêrîna lidarxistina vê kargehê çêbûye.
Dîcle da zanîn ku ev kargeh ji hînkirina nivîskarîyê wêdetir, kartêkarîya wêjeyê dide pêş û konteksteke berfireh a netewî dike armanc.
‘’Helbet xwe ji nirxên estetîkî yên şêweyê vegotinê yên li seranserê cîhanê berbelav in nade alî, lê piranî li ser hîma çandê û zimanî tevdigere. Her afiraneke wêjeyî di heman demê de bîr û hafizya netewî ye, bi kurtahî ev kargeh bîra çandî ya Kurdî jixwe re esas digre.’’
Kargeh wê şeş hefte bidome û 20 kes ji wê re hatine bijartin û zanîn, xwendin û nivîsîna Kurdî ya asta bilind weke şertê serekî hatiye danîn.
Belkis yek ji beşdara kargehê ye ku wê li zanîneghê wêjeya Tirkî xwendîye.
Belkis got ku pirsa ‘’çima ez nikarim bi zimanê xwe wêjeyê hîn bibim’’ berê wê daye wêjeya Kurdî.
Hêjayî gotinê ye ku Kargeha Nivîskarîya Afirîner piştî Amedê, li Êlih (Batman), Mêrdîn û li Wanê jî pêk were.