Rojnamevanên Kurd Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn di encama êrîşên dronên Tirkîye de, di 19'ê Kanûna 2024'an de, li bakûrê Surîye hatin kuştin.
Meytê wan 23 roj in li Qamişlo ne. Malbatên wan xwestin ku wan bînin li bajarê ku ji dayik bûne biveşêrin. Lê destûr derneket û nehat hîştin ku malbatên rojnamevanan, ji Deriyê Xabûrê derbasî erdê Herêma Kurdîstanê bibin.
Digel malbatan, parlamenterê DEM'ê, evûqat, rojnamevan jî hebûn.
Ji endamên Komela Rojnamevanên Dîcle û Feratê, rojnamevan Bîlal Guldem ragihand ku bi hicetên pirsgirêkên teknîkî malbat sê roj di sermayê de hiştin, û ew li derîyê Xabûrê rawestandin.
Dengê Amerîka xwest bi dê û bavên herdu rojnamevanan re biaxive, lê jiber tirs û pirsên ewlekarî nexwestin biaxivin.
Parlamenterê DEM Partî Kamuran Tanhan ji Dengê Amerîka re da zanîn, ku berpirsên deriyê sînor ji wan re sedemeke berbiçav destnîşan nekirine lê ew sê roj bi hicetên teknîkî hatine rawestandin.
Kamuran got, ''Li Enqerê hevalê me li parlamentoyê hevdîtinan kirin û piştî sê rojan gotin ew nikarin encamek bidest bixin, gotin ger malbat jî dil bikin ya baş ewe cenaze li Rojava were veşartin. Malbatan jî dîtin ku ewê nehêlin ku em sînor derbas bikin."
Tanhan, xwedîyê pasaporta dîplomatîk e bi azadî dikare di hemî sînoran de derbas bibe.
''Weke parlementerek dewletê pasaporta dîplomatîk daye min, mafê tu kesî nîne ku bikaribe min bisekinîne, ji min bipirse bê ka ji ku têm û diçim ku. Min xwest ez tene derbas bibim, gotin a te jî çênabe. Jiber wê me zanî ku biryarek ji navenda Enqerê hatîye girtin ku me bernadin."
Tanhan parêzer e û vê rewşê li gorî hiqûqê weha şîrove kir.
''Li gorî hiqûqa navnetewî, tu nikarî cenazeye xwe ji welat derxî û dema welatîyek ji derveyê welat xwest meytê xizmek welatî bîne, nikarin asteng jî bikin. Bi vê kiryarê hiqûqê jî binpê kirin."
Hêjayî bîrxistinê ye ku niha li Tirkîye hewildan û hevdîtinên aştiyê destpêkirîye û şanda DEM partîyê di nava İmralî û parlamentoyê de diçin û tên. Kamuran Tanhan anî ziman, ku nehîştina anîna meytê du welatîyên Tirkîyê, hevdîtinên dîplomatîk weke dîmenek paradoks xuya dike.
Ew dibêje, ''Di dîrokê de li hember meytan hurmetek hebû, ferqa mezin ya di nava însan û heywanan de jî ewe ku nêzikatîya wan a jibo cenazeyan e. Lê bi vê helwestê nehîştin meytê du welatîyan bînin Tirkîye. Ev jî hovîtîya kesên ku li ser navê dewletê biryarê didin, dide der."
Meytê rojnamevan Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn li Qamişlo dê werin veşartin.