Meytê zaroka 8 salî Narîn Guran, roja yekşemê li gundê Tavşantepe (Çolû) di newalekê de hatibû dîtin. Narîn Guran ji 21ê Tebaxê vir ve hinda bûbû.
Otopsîya Narîn 10 saet dewam kir û piştî otopsîyê meytê wê li heman gundî hate binaxkirin. Jiber ku meyt di avê de pir maye, xira bûye. Ev jî dike ku sedema kuştina Narîn di lêkolîna pêş de neyê zanîn. Ji ser meytê zaroka biçûk 91 delîl hatine berhev kirin û bi lêkolînên berfireh yên zanistî eşkere bike ku sedema mirina Narîn çi ye.
Malbata Narîn şîna wê dananî. Dê û bav, du bira û sê apê wê jî di nav de, 23 kes ji gund, bi gumana ku tilîya wan di kuştina wê de heye, roja Yekşemê hatin desteser kirin û çar roj in li navenda Cenderme ya Baglera desteserkirî ne.
Di nav kesên desteserkirî de, gundîyê ku navê wî Nevzat Bahtîyar e li navenda cendirmeyên Baglerê îtiraf kir ku 'bi zora apê Narîn, Salim Guran', meytê zaroka biçûk bi destê xwe di newalê de veşartîye.
Apê Narîn, Salim Guran muxtarê gund e û ji 2ê Îlonê vir de bi sûcê ‘mirina bi qestî’ li girtîgehê ye.
Heta niha kes ji xelkê gund amade nebû li ser vê tawanê têbînî bide Dengê Amerîka.
Di îtirafa Bahtîyar de çi zanyarî hene?
Nevzat Bahtîyar di îfadeya xwe ya li cenderme de got ‘Li pêş goristana gund dema ez di seyara xwe de bûm, muxtar di seyara xwe de ji min re selektor kir û xwest ez bisekinim. Em herdû ji seyarên xwe peya bûn. Muxtar bi tilîya xwe îşaret kir û got ‘Ez dixwazim tu wê ji holê rakî.’ Dema çûm pêş seyara wî, min dît ku meytê mirovek di nav betanîyek de pêçaye.’’
Bahtîyar di wê îfadeyê de îdia kir ku Muxtar teklîfa 200 hezar lîre pere lê kirîye. Lê Bahtîyar, li dadgehê îfadeya xwe guhert û got ‘’Muxtar mirovek bi hêz bû, wî got ku ez meytê Narînê ji holê ranekim ewê malbata min bikuje. Ez jî tirsîyam.’’
Piştî ku meytê Narînê kirîye nav tûrikek, wê birîye newalê û di bine darek de, di devê newalê çalek kolaye û turikê ku Narîn tê de ye, di wir de veaşrtîye, keviran daye ser.
Nevzat Bahtîyar ji sûcê ‘şirîkatîya kuştina zarokek’ hate girtin.
Îfadeya Apê Narînê çawa ye?
Apê Narîn, Salim Guran di 2ê Îlonê vir de girtî ye. Li gorî îfadeyên ku li cenderme daye, muxtar bi tu awayî kuştina Narîn qebûl nekirîye.
Sedema kuştina Narîn nehate eşkere kirin, lê gelek îdia û spekulasyon hene. Li gorî hin îdiayan ‘di nav muxtar û dayika Narînê de têkilîyek bi nepen heye û Narîn jî jibo ku bûye şahid’ hatîye kuştin.
Ev îdia di dema nezarete de ji muxtar Salim Guran hatîye pirsîn lê ew li dijî hemî îdiayan derketîye.
Salim Guran, roja ku Narîn hinda bûye, gelek peyamên WhatsApp ê ji telefona xwe jêbirine. Weke sedem jî gotîye ‘’Ew roj li axura mala birayê min Arif (bavê Narîn) 380 fişekên çekan hatin girtin. Ew peyamên WhatsApp ê li ser wan bû lewma min jê birjn.’
Dema desteserkirina 22 gumanbaran, rojek hate dirêjkirin. Çaverê ye ku roja pêşemê her 22 gumanbar, ji cenderme bo Dozgerîya Amedê werin veguhestin.
Baroya Amedê doz vedike
Biryara nepen li ser lêpirsînê heye lê îfadeyên Nevzat Bahtîyar û Salim Guran di hin ajans û televîzyonan de li Enqerê hate weşandin.
Serokê Baroya Amedê Nahît Eren li dijî parvekirina îfadeyan derket û got ‘Ev yek dikare bandorek neyênî li ser lêpirsînê çêke.'
Baro, di derheqa kesên ku îfadeyan li çapamenîyê belav kirine wê doz veke.