Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Muzîkjenên Amedî Ser Gotinên Erdogan Daxuyanî Dan


Hin muzîkjenên Amedî
Hin muzîkjenên Amedî

Serokê Tirkîye Recep Tayîp Erdogan roja Sêşemê biryarên nû li ser karantînê ragihand û da zanîn ku di 1'ê Tîrmehê de jîyana normal destpê dike.

''Divê kesek li qisûrê nenêrê, lê ne mafê kesekî ye ku derengîyê şevê bi dengê muzîkê xelq aciz bikin. Piştî saet 12'ê şevê wê muzîk neyê lêxistin” Erdogan got.

Muzîkvanên navdar jî bertek nîşan dan û li ser medya civakî van parvekirinan kirin:

''Emê li qisûrê jî binêrin, li muzîkê jî bixin. Muzîk mirovan aciz nake, mirovên ku aciz dibin behna xwe bi muzîkê derdixin.''

Serokê Beşa Ragihandina Serokomarîyê Fahrettin Altun li dijî van şîroveyan derket û daxuyanîyek nivîskî belav kir:

''Li şûna ku miletê me kêfa xwe bi biryarên nû yên vegera jîyana normal bîne, niha bi hewildanên îdeolojîk û manîpulasyon, dixwazin nişan bidin ku muzik tê qedexe kirin. Li hemî cîhanê jî dema cîhên muzîkê li gor hin rêbaz û qanûnan tê dîyar kirin. Serokomarê me jî xwest behsa wan rêbaz û qanûnên cîhanî bike.''

Hêjayî gotinê ye ku jibo dema muzîkê hîn jî biryarnameyeke fermî nehatîye ragihandin, lê daxuyanîya serokomar muzîkjenên li Amedê jî xistîye nav fikaran.

Federasyona Komela Muzîkjenan daxuyanîyek da û nûnerê federasyonê Semîh Er behsa rewşa giran ya muzîkjenan kir.

''Sal û nîv e li Tirkîyê hemî sazbend di şertên giran de dijîn, hin hevalên me jiber ku nikaribûn dabara xwe bikin, xwe kuştin,'' Er got.

Wî polîtîkaya hikûmetê ya di dema pandemîyê de rexne kir û got ku fabrîqa vekirî ne, otel vekirî ne, lê cîyên muzikê û holên dawetan girtî ne. Muzîkjenên ku debara xwe bi muzîkê dikin, ne di xema hikûmetê de ne.''

KHF_06_25_2021_Qedexeya_Muzîkê
please wait

No media source currently available

0:00 0:03:43 0:00
Direct link

XS
SM
MD
LG