Weqfa îsamîl Beşîkçî, di salvegera 73'an ya damezarandina Komara Mahabadê de konferansek li Amedê dar xist.
Mêvanên konferansê sîyasetvan Mesut Tek û Hanîfî Turan, lêkolîner Fuat Onen, Emîn Aslan û Saîd Veroj bûn.
Aslan di gotara xwe de behsa dîroka Komara Mahabadê kir û ji partîyên Kurd re pêşnîyar kir roja damezrandina komarê, weke cejin pîroz bikin.
Tek jî li ser rola Partîya Demokrata Kurdîstanê axivî û behsa Peymana Sê Sînor kir.
Veroj di gotara xwe de derheqa alîyên civakî, çandî ya komarê pêzanîn parve kirin.
Amaç jî di gotara xwe de behsa axaftin û wasîyeta Qazî Mihemed kir.
Onen jî ji alîyê sîyasî, dîroka Komara Kurdistanê nirxand.
Hun dikarin agahîyên zêdetir li ser fayla deng guhdar bikin.