Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

İHD: Di Operasyonekê de li Amedê li 16 Gundiyan Îşkence Hatiye Kirin


Arşîv: Komela Mafê Mirovan li Amedê
Arşîv: Komela Mafê Mirovan li Amedê

Komela Mafê Mirovan li Amedê ragihand ku di çarçoveya operasyonek leşkerî de li 16 gundiyan îşkence hatiye kirin. Rêvebirê Komela Mafê Mirovan yê Şaxa Amedê evûqat Hasan Yalçin behsa du gundiyên ku li wan îşkence bûye dike.

Wî got, li gundê Kiliçkaya Çinarê, li bav û kurek (İbrahîm û Lokan Çîftçî) bi hiceta têkiliya wan bi rêxistina terorê re heye li mala xwe hatin derbkirin û desteserkirin.

Ew evûqatê malbatê ye û dibêje dema ew gihîştiye gund, gelek wesayîtên zirxî hebûne û leşkeran nehîştiye ku bu İbrahîm û Lokman Çîftçî re hevdîtinê bike.

Hasan Yalçin dide xuyakirin, dema gundiyan desteserkirin, di hevdîtinê de li ser laşê herdûyan jî birînên îşkencê dîtiye. İHD jiber ku sûcê îşkencê hatiye kirin, berpirsan giliyê serdozgeriyê dike.

Parlamentera HDPê ya Sêrtê Meral Daniş Beştaş îdiaya îşkenceya li ser gundiyan anî rojeva parlamentoyê.

Raporta Xecîcan Farqîn - Amed
please wait

No media source currently available

0:00 0:04:47 0:00


XS
SM
MD
LG