Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Pêşketinên Dawî di Doza Licê de 


“Di 22ê Cotmeha 1993'an de fermandarê cendermeyê Bahtiyar Aydin di encama êrîşek çekdarî de li navça Licê hat kuştin. Lê hat îdiakirin endamek PKKê Aydin kuştiye. Piştî kuştina wî operasyonek leşkerî destpêkir û 11 saet dewam kir. Di encama operasyonê de 13 sivîl û 2 leşker hatin kuştin. 400 xanî û 242 dikan hatin şewitandin. Hejmara Licê ji 13 hezarî daket 2500î.

Fermandarê leşkerî gotin bi PKK'ê re pevçûn çêbûye lê li gorî şahidên wê rojê ne pevçûnek hebûye ne jî şervanek PKKê hatiye kuştin.

Idianameya Doza Licê piştî 20 salan ji aliyê Dozgerê Amedê ve hat amadekirin. Doz di sala 2014'an destpêkir. Serokê Baroya Amedê Tahir Elçî avuqatê dozê bû.

Du fermandarên wê demê Tunay Yanardag û Eşref Hatîpoglu bi îdiaya ku " Bi qestî kuştina mirovan, teşviqa serhildana gel, sûcê cirum" hatin sûcdar kirin û di heqê wan de doz vebû. Lê sûcdarek mir û doz bi Eşref Hatipglu dewam kir. Ew jî tenê carek derket pêş dadgehê û di prosa dadê de nehat girtin.

Doz bi îdiaya ku şertên ewlehiyê ne li cî ne ji Amedê birin İzmirê.

100 şahidên buyera Licê di dozê de bûn mudaxîl û şahidyê kirin. 1500 kes jî dilekçe dan û xwestin ku di dozê de şahidî bikin. Malbatên Licê jibo rûniştinên dozê her carê 1500 km rê diçûn İzmirê.

14 rûniştinên dozê pêk hatin û di doza dawî de dozger di parastina xwe de destnîşan kir delîlek berbiçav ya zelal nîne ku Eşref Hatîpoglu ev sûcên hatiye îdiakirin pêkanîbe.

Dadgehê biryara beraeta fermandarê malnişîn Eşref Hatîpoglu da.

Şiyar Kaymaz yek ji mudaxilê dozê û şahidê buyera Licê ye.

Ew jibo Dengê Amerika behsa doza çar salan dike û encama dozê şîrove dike.

Raporta Xecîcan Farqîn
please wait

No media source currently available

0:00 0:04:09 0:00

XS
SM
MD
LG