Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Dîyarbekirê Komîteya Piştgirîya Kurdên Sûrîyê Hate Damezrandin


Kurdên Sûrîyê li ber balyozxaneya Sûrî ya li Beyrudê xwepêşandanê dikin û rejîma Beşar Esed şermezar dikin.
Kurdên Sûrîyê li ber balyozxaneya Sûrî ya li Beyrudê xwepêşandanê dikin û rejîma Beşar Esed şermezar dikin.

Çend rêxistinên Kurd li Dîyarbekirê, bi tevlîbûna hîn partîyên sîyasî komîteyeke bi navê, “Komîteya Piştgirîya ligel Kurdên Sûrîyeyê” damezrand ku piştgirîya daxwazên Kurdên Sûrîyê bike.

Di hevpeyvîna Pişka Kurdî ya Dengê Amerîka de, endamê vê komîteyê, Halîm Îpek qala armanc û xebata vê bizava nû dike.

Birêz Îpek dibêje, Kurdên Sûrî pir wefadar in û her dem malên xwe ji Kurdên ser xetê re vekirine û li wan xwedî derketine. Li vê demê ku, gelê Kurd li dijî zordarîya Esed têkoşînê dide, em erka xwe dibînin ku dengê xwe bigehînin xûşk û birayên xwe yên li bin xetê.

Kerem kin bi lînka “Guhdarî Kirin” a jorîn, guhdarîya vê hevpeyvînê bikin.

XS
SM
MD
LG