Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Bi Firehbûna Xwepêşandanan Hejmara Kuştîyan li Sûrîyê Pirtir Dibe


Di vê fotoyê de ku ji vîdyoyeke Tora Nûçeyan ya Şems (Shams News Network) hatiye girtin de, xwepêşanderên dijî Esed li gundê Hirak ya Daraa xwenîşandanê dikin. Tebax, 12, 2011
Di vê fotoyê de ku ji vîdyoyeke Tora Nûçeyan ya Şems (Shams News Network) hatiye girtin de, xwepêşanderên dijî Esed li gundê Hirak ya Daraa xwenîşandanê dikin. Tebax, 12, 2011

Bizavkar û dîdevan dibêjin, bi kêmî ve 15 kes di encama eciqandina hêzên hikûmetê de, îro Înîyê li Sûrîyê hatine kuştin.

Ew radigihînin kêmî ve 1 kes li bajarê Hama hate kuştin ku zêdeyî hefteyekê ye di bin dorpeça artêşê da ye. Hikûmeta Sûrî roja Çarşemê ragihandibû ku artêş piştî ku ewlehîyê jinûve misoger kirî, ji bajêr vekeşîya.

Berevankarên mafên mirovan û bizavkar dibêjin, bêtirî 100 kesan di tepeserkirina dema dorpeçê de hatibûn kuştin.

Her wiha, li dora bajarê Şam û Himusê jî bûyerên kuştinê û xwepêşandanên berdewam têne ragihandin.

Waxtekî zûtir ya îro Înîyê, hêzên hikûmetê dest bi êrîşan kir ku rê li ber xwepêşandanên dijî rejîmê bigire. Berevankarên mafên mirovan û bizavkar dibêjin, 1 jin hate kuştin, piştî ku tank û leşkeran avêtin ser bajarokê Xan Şêxon (Khan Sheikhon) ya Îdlibê.

Li taxa Saqba ya paytaxt Şamê jî zilamek di encama teqekirina hêzên ewlekarîyê de hate kuştin.

Bi deh hezaran xwenîşanderên dijî hikûmetê rijîn nav kuçe û kolanan, tevî eciqandin û serkutkirina hikûmetê.

Bi alîyekî din ve, Wezîra Derve ya Amerîka Hillary Clinton bang li Çîn û welatên Ewrupa kir ku tole û cezayên nû deynin kampanîyên Sûrî yên neft û gazê.

XS
SM
MD
LG